Li ser dunyayê tu “hebûn” ne tenê bixwe ye, xêynî spiyê... Li jiyanê tu “heyîn” ne tenê xwe ye, lê spî ji hemû heyînan wêdetir serbixwe û cûda ye. Ne tenê reng jî, li hemû însan, xweza, ajal, fikr û raman, li hemû tiştên ku em bi çavê xwe dibinin û bi fikr û hişmendiya xwe ve têdigihîjin, ji wan hemûyan wêdetir taybetmendiya “spî” heye. Spî her reng be, her war be, her mefhum û her xeyal be jî, ew, ne bi zanebûn, bi ruhî, bi derzanetiyê, di hişê me de xwedî paytexteke bêhampe ye. 

Ne tenê hişmendî û nêrîn jî, cûdatiya însan di her qadî de ye. Wek beden, reng, tevger, tendurustî, mezintî, piçûktî, girantî, siviktî, xweşiktî, tehltî, tûjitî, rabûn, rûniştin, kirin û nekirinê xwe ve însan ji xwe wêdetir însan e. Ajal, giha, baran, behr, ba, tav, sî, ronahî û tarî bixwe jî tu zeman û tu mekanekî de ne tene xwe ne. Ew hemû, di navbera gavekî de çendek cûdatî di nav xwe de êwirandine û hemilandine... Çi ku sî, di heman demê de pîçekî jî tav e, her tarî di rehmê xwe de pîçekî ronahî ve barbûyî ye, her wiha (xêynî spî) her reng û her mefhûm, ji demê xwedî potansiyeleke mezin a guherînê ye. Ne tenê ji dirûtî ya xwe re jî, dem bi dem diguhere li ser ji dijraberiya xwe jî... 

Her ji van guherînan û her ji van rewşan wêdetir rengek heye li ser dunyayê ku, ew reng tu carî naşibe rengeke din, ji milyonê yek cudatî jî di xwezaya wê rengê de çêbe, qasî dilopek, qasî serê derziyek jî potansiyeleke rengeke din di nav wê de ji xwe re cih bigire û xwedî şikefteke piçûk be, êdî ew reng tu carî nabe xwe, nasnameya xwe wenda dike û jixwe der diçe; ku ew reng rengê “Spî” ye... Wekî ku dibejin hemû renk li ser hev kom bûne û keseke wek bêhempa hilbijartine, ew rengê bêhempa spî bixwe ye...

Gir; li gor çiyayê cûda , li gor deştê cûda ye. Her wiha cur bi cur e. Girê Spî nasnameyek, kesayetek, teqez spî û cûdatiyek ji heyînên din ve bibar û tenê bixwe ye... Girê Spî xwezayeke xweş, gireke spî ye. Spîbûna wê, ji paqijiyê wê tê. Spîbûna wê ji spîbûna axê tê. Axa Girê Spî, her di bin solên leşkerên dagirkeran de mabe lê, ji dîrok vir ve ji spîbûna xwe tu spîtî wenda nekiriye. Jixwe “Spî” mefhûmeke wisaye ku; wekî ku me li jor got; ji xwezahiya xwe, ji renga xwe, ji paqijiya xwe careke hema dilopek, hema qasî çimka serê derziyê jî be wenda bike, êdî ji spîtiyê xwe jî tu tiştek namîne; wate, kurahî, xweza û hebûna xwe jidest dide. Çi ku “Spî” tenê spî ye...  Ne wekî “Ak Saray”an e, Girê Spî gireke spî ye, taca rengan li ser serê wê ye... Durûtî û derew ji wê dûr e, ji xwezaya xwe ve azad e... Ne di bihuştê de, di jiyanê de baxçeyek ji baxçeyên gelan e... Rizgariya Girê Spî, rizgariya spîtiyê, ango rizgariya jiyanê bixwe ye...