
Li Rojavayê Kurdistanê bajarekî Kurdan. Girê Sipî an jî Til Ebyed. Ew bajêr di ser sînorê navbera Sûrî û Tirkiyeyê de li hemberî bajarê “Kaniya Xezalan” disekine.
Di dema Osmaniyan de ev bajêr bi Rihayê ve girêdayî bû. Piştî dabeşkirin û parçekirina Kurdistan ev der di dest Sûriyeyê de ma.
Li Girê Sipî bi piranî Kurd, Ereb, Turkmen, û Ermenî dijîn. Nifûsa bajêr 200 hezar e. Di roja me de bi kantona Kobanê ve girêdayî ye.
Piştî ku li Sûriyeyê şer dest pê kir, rêveberiya heremê ji sedemên xwe yên stratejîk her tim dest guhêrt.
Di dawiya sala 2012´an de Artêşa Azad a Sûriyê, ev bajar dagir kir. Piştî demekê bajar ket destê El Nusra.
Di vê pêvajoyê de bi navê DAÎŞ rêxistinek dijminê mirovahiyê, li Sûriyê û li Iraqê gelek dever bidest xistibû. Cîhê ku dagir dikir li wê derê sistema xwe ya hov saz dikir. Gelên heremê bê çare bûn. Li gelek deveran mirovan ji neçarî bîatî vê rêxistinê kir hin kesan derfet dîtin koç kirin.
Di vê pêla hovane de, Kurdistan jî para xwe girt. DAÎŞ hin heremên Kurdistan bidest xistibû.
Ji van deveran yek jî Girê Spî bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ hatin ber bi vê bajarî, El-Nusra bê şer û pevçûn ev der radestî wan kir.
Bi dagir kirina Girê Spî 2 kantonên Rojava, Cizîr û Kobanê ji hev qût bûn.
Girê Spî, ji bo DAÎŞ cîheke herî stratejîk bû. Hemû lojîstîka wan ji vî bajarî derbasî Reqayê dibû. Li vî bajarî bi dewleta Tirkiyê re têkilî dihatin danîn. Di vî bajarî de yên li ser Tirkiyê de dihatin derbasî nav DAÎŞ dibûn. Ev têkiliyê wan û Tirkiyê gelek caran bi belgeyan jî hat îspat kirin.
Hêzên Kurdan ji bo rizgarkirina vê derê her çiqas hewldan jî, ji bo ku pêngava rizgarkirina Kobanê di rojevê de bû, demek paş ve xistin.
Ji Kobanê û Cizîrê bi rê ketin
Di destpêka sala 2015´an de Kobanê rizgar bû. Hêzên Kurdan YPG û YPJ ji bo rizgarkirina herêma Girê Spî dest bi amadekariyek kirin. Êdî li pêşiya wan rizgarkirina Girê Spî hebû.
Di meha Gulanê de operasyona rizgarkirinê dest pêkir. Hêzek ji aliyê Kantona Cizîrê, bi navê “Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo” bi rêket û hêzek jî ji aliyê Kantona Kobanê ve bi rêket
Roj bi roj pêşdiketin. DAÎŞ windahiyên mezin dida. Di demek kurt de gundên li başûrê Girê Spî bi destxistin. Bi vê operasyonê xeta lojîstîk ya bi Reqayê ve girêdayî hat qût kirin. Her roj gund hatin rizgarkirin.
Şer û pevçûnên giran li eniya Til Temir û çiyayê Evdilezîz derbas dibûn. Li vê derê DAÎŞ gelek endamên xwe yên giregir wenda kir û zahiyatên mezin da.
Hêzên YPG û YPJ´ê her roj 10-15 km pêşve diçûn. Li heremên bidest dixistin, bi aweyek girseyî bi coşek mezin dihatin pêşwazî kirin.
Û ew roj hat..
Li aliyek şer dikirin û li aliyek jî, gelên heremê yên dihatin rizgarkirin, derbasî heremê biewle dikirin.
Ev yek hetanî meha Hezîranî domkir. Di 15´ê meha Hezîranê de êdî li ber bajêr bûn. Dora bajêr pêçandin. Şer û pevçûn bi rojan dewam kir. Ew roj Stêrk Tv jî ji heremê weşana zîndî dikir û germahiya şer zindî bi raya giştî re parve dikir.
Di germahiya şer de, gelek sivîlên bajêr terk kir û berê xwe dan sînorê Tirkiyê. Koç destpêkiribû. DAÎŞ pêşî li wan kesan digirt ku bajêr terk nekin da ku wek mertal bikarbînin. Dewleta Tirk jî piştgirî dida van hewldanên DAÎŞ û sînor girtibû nedixwest koçber derbasî aliyê bakur bibin.
Ji bo ku DAÎŞ her derî bi mayin bicîh kiribû û sivîlan wek mertal bikardanî, ketina nav bajêr biderengî ket.
Û ew roj hat di ajansan de rizgarkirina Girê Spî derbas dibû.
Ew roj şervanan ji milê Kobanê û ji milê Cizirê ve bi rêketibûn, hatin li qada Girê Spî gihîştin hev.
Belê piştî demek dirêj êdî Girê Spî rizgar bû. Lê şopên tahrîbata DAÎŞ li her derî mabûn.
Ji bo paqijkirina van şopan û ji bo jiyanek nû dibin pêşengiya PYD´ê de pengavek nû destpêkir.
Ji bo bajerek nû dest bi xebatan kirin. Sazî û meclîsên sivîl hat avakirin. Di 22 Cotmehê de PYD´ê sîstema Rêveberiya Xweser îlan kir. Meclisek ji gelên li vî bajarê dijiyan hat avakirin. Di rêveberiya vê meclisê de 10 Ereb, 3 Kurd, 1 Ermenî, 1 Turkmen bi giştî 15 kesan hebûn.
Bajêr bi Kantona Kobanê ve hat girêdan. Dîsa ji bo ewlekerî û parastina li bajêr hin hêzên sivîl hatin rêxistinkirin.
Di dema dagirkeriya DAÎŞ de ceryana bajêr ji aliyê dewleta Tirk ve dihat tedarîk kirin. Piştî rizgariyê dewleta Tirk ev ceryan jî qût kir.
Piştî rizgarkirina bajêr bi gelek belgeyên bi destketin de, rastiya têkildariya Tirkiyê û DAÎŞ´ê, bi awayek zelal hat îspat kirin.
Kesên ku koç kiribûn êdî bajar bi ewle didîtin û vedigeriyan bajêr.
Li asumanên bajarê Girê Spî alek nû bilind dibû.... Ala YPG´ê.