Lîstika satrancê, taktîk û stratejî ye. Li Rojhilata Navîn ev lîstik hene û gelek pîyon jî hene. Tirkiye, ji destpêkê de di nava lîstikê de ye û gelek caran pîyon guhertin, dawî “PIYON DAIŞ” derxistin pêş. 

Tê zanîn, d fîgurên vê lîstikê ne weke hev in. Pîyonên taktîkê, yê nîv-startejî û pîyonên stratejîk  hene. 

Di van rojên ku şervanên YPG/YPJ’e Girê Spî rizgar kirin, ji çeteyên DAIŞ‘ê bêhtir Tirkiyê xemgîn bûye û dikê qîr û qiyamet. Ew jî dizanin ku Girê Spî stratejîk e. 

Bi destxistina Girê Spî, Kembera Ereb têk çû.

Kurdan, bêyî serî li taktîkan bide, ji destpêkê du tişt gotin: Yek, Şoreşa Rojava... Du,  azadiya gelan û demokratîkbûna Surîye. Lê Tirkiyê bi taktîk û lîstikên stratejîk, wek “vekirina aş” tevahiya cîhanê xapand. 

Dewleta AKP’ê di dagirkirina Musilê de, serî li hamleyek navberî da; konsolos û karmendên konsolosxanê bi çeteyên DAIŞ‘ê, dane girtin. Ev hemleyek navberî bû û armanca wan xapandin bû. Di hamlêya navberî de, berdewama lîstikê giring e. Tirkiyê jî, ew hesab kir. Lê, hamle di destpêkê de hate dîtin û hate berteref kirin. 

Ya rastî, ev hamleya navberî, yek ji sê hamleyên „şah û mat“ kirina Kurdan bû. Ji ber ku piştî Musilê, piyonên dewleta AKP’ê, berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê. Ev hamleya yekemîn bû. Lê stratejiya Kurdan bi hêz bû û ne “parastina xetê, parastina giştî” bû. Tirkiyê bi hevkariya tilbêtê xwe PDK’e, ji sê aliyan ve dora Rojava pêça û ambargo şidand. Hamleya tengkirinê!...

Eger li hemberî vê hamleyê tedbîr neyê standin, hamle, mîna masiyê bikevê torê de, şah tê matkirin.  Haraketa Azadiya Kurd, hamle ferq kir û  hamleya rêgirtinê kire pratîkê. Pîyonên Dewleta AKP’ê dereng neman; li Mexmur û Şingalê hamleyên “şah û mat” dane dest pê kirin. Vê carê, taktîka Haraketa Kurd kete dewrê: Korîdor vekir, tehdîda vandalên garanî, bi hamleya “eniya şah” berteref kir û gel ji qirkirinê rizgar kir. Taktîka dûrbînî!... Ji aliyekî ve parastin, ji aliyê din ve kombînezona berterefkirina hamleya dijmin. Ev hamle, tenê parastin nebû, êrîşa li dijî pîyonên garanî jî hebû.

Ya duyemîn jî hamleya parastinê bû. Piştî vekirina korîdora rizgarkirinê, tehdîda bidestxistina material û êrîşa du alî bû. Ji aliyekî ve parastina Mexmur û Şingalê, ji aliyê din ve vekirina riya ber bi cîhanşûmuliyê bû. Yanî berdewama xeta ji Kobanê  dirêjî cîhanê bûyî bû. 

Di lîstika satrancê de, nave vê hamleyê, “vekirina rê û êrîşa li dijî şah e.”

Vêcee, Tirkiyê di duriyanekê de ye. Di van rojên ku nîqaşên li ser desthilatdariyek çawa tevgerek ciddî heye, Tirkiyê mecbur e di pirsgirêka Kurd de biryarekê bide. 

Kurdan,  ji sendoqên  demokrasî û defacto derxistin. Lewra Tirkiyê nikare li hemberî Rojava, kîn û buxza kujerî verîşe. 

Tirkiyê di lîstika satranca Rojhilata Navîn de, lîstikên xwe yên stratejîk kirin pratîkê û hamleyên kujerî kirin; Kurdan hamle teva berteref kirin, lê li hemberî Tirkiyê dest bi lîstikên stratejîk nekirin,  hamleyên xwe yên taktîkî jî nedane dest pê kirin. 

Di lîstika satrancê de, bi yek hamleyê, e êrîşa li dijî du eniyan heye. Ev hamle dikare “şah” bike devereke teng û mat bike. Kurd, di lîstika satrancê de hîna bi dilsozî nêzîkî Tirkiyê dibin; Haraketa Azadiya Kurd jî, HDP’e jî  mesajên erênî dan. 

Tirkiyê di qonaxek teng de ye. Ji bo ku ji vê qonaxa teng û teqana têkçûnê rizgar bibe, dive demildest, hevdîtinên li Imralî bide dest pê kirin; pêvejoya çareseriyê ji cihê mayî bide dest pê kirin. Divê Tirkiyê ne  bi “harî û reşkirinê”, bi hişmendî û hewngîriyek ademî û hemdemî, bi dilsoziyek cîrantî, serketina Kurdên Rojava pîroz bike.