BÊRÎTAN SARYA / ANHA / GIRÊ SPÎ
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa got, “Dewleta Tirk nikare xwe li xwerêveberiya me ragire, lê belê em ê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin û jiyana xwe biparêzin.
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa, bûyerên li Girê Spî qewimîn û diqewimin û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagikirinê nirxandin.
Baes jî çete jî zalim bûn
Sebrî Mistefa yê ji gundê Til Findire yê li rojavayê Girê Spî bi bîr xist ku beriya Şoreşê jî rejîma Baesê gelek zilm dikir, milk û erd li Kurdan qedexe bûn û zimanê Kurdî jî dihat qedexekirin.
Sebrî Mistefa dibêje, piştî Şoreşê wan tabûreke piçûk a bi navê Cebhet el-Ekrad ava kiriye, tevî Mala Gel û Meclîsa Gel, paşê wiha dewam kir: “Sala 2012’an, çeteyên bi navê Artêşa Sûriyeya Azad ketin nava Girê Spî. Gelek cih hatin hilweşandin talankirin û dizî kirin. Li ser motorên avê yên hatin dizîn em bi emîrê Cephet El Nûsra re rûniştin. Di hevdîtinê de got, “Tiştekî Kurdan li vir nîne. Ev xak ne ya we ye.
Û çete bûn DAIŞ
Di navbera me û Cephet El Nûsra de 19’ê Tîrmeha 2013’an şer qewimî. Hemûyan êriş bir ser Cephet El-Ekrad. Gel berê xwe da gundên aliyê din ên ji Girê Sor wê de. Çeteyên li Girê Spî hemû di nava du rojan de bûn DAIŞ. Kurdan bi temamî ji Girê Spî koç kir.”
Sebrî Mistefa bi bîr xist ku 16’ê Hezîrana 2015’an Girê Spî hatiye rizgarkirin û ew heman rojê hatiye bajêr: “Me meclîsa xwe, Meclîsa Rûspiyan ava kir. Gel dît bê çawa dixebite û bi çi rengî bi wekhevî nêzîk dibe û beşdar bû. Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî gelên herêmê hemû cihê xwe di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de girt.“
Sebrî Mistefa got, çeteyên DAIŞ’ê, 27’ê Sibata 2016’an careke din êriş kir û wiha dewam kir: “Hinek ji van ji Tirkiyeyê hatin, hinek jî ji Reqayê. Koma destpêkê wê biketa hin deveran û yên din jî wê ji sînor derbas bibûna û careke din dagir bikira. Lê belê li bin guhê berxwedanê ketin û êrîşa wan pûç bû. Gel hemû ji ber rabû û şer kir.”
Em ê çarenûsa xwe diyar bikin
Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî Sebrî Mistefa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev der xaka me ye, rêveberî rêveberiya me ye. Em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Gelo em êrişî mala Erdogan dikin ku ew dixwaze êrişî me bike. Em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. Gelên Girê Spî, çi îro çi jî sibe amade ne ku xaka xwe û paşeroja xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. Çarenûsa xwe em ê bi xwe diyar bikin. Li dijî zext û êrişan em ê li ber xwe bidin û jiyana xwe biparêzin.”