Meclîsa Rûspiyan a Girê Spî û bi alîkariya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di 6’ê Îlonê de komîteya perwedeyê bi armanca avakirina saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kirin. Komîteyê bi armanca amadekirina dibistanan bi lezgînî dest bi karê vekirina dibistanan kir.

Di herêma Girê Spî 126 dibistan hene, ji van 13 dibistan li bajar in û ên din jî li gundên girêdayî Girê Spî ne. Komîteya Perwedeyê wê hemû dibistanan veke, ji van tenê dê dibistana Serzûrî, Ên Arûs, Şêx Ehmed û dibistana Gundê El-Ehmedî bimînin, ji ber ku di şer û pevçûnên rizgarkirina herêmê de ji aliyê çeteyên DIAŞ’ê de hatine hilweşandin.

Têkildarî mijarê Serokê Komîteya Perwerdê ya bajarê Girê Spî Tohamî Hecî Ebdela diyar kir ku komîteya wan bi hemû hêza xwe kar dike da ku dibistan di zûtirîn dem de amade bin û weha peyivî: “Ev 4 sal in zarokên Girê Spî ji xwendinê bêpar mabûn, hejmarek zêde malbat navê zarokên xwe qeyd dikin.”

Xwendekar û malbatên wan jî derbarê vekirina dibistanan de kêfxweşiya xwe anîn ziman. 


 GIRÊ SPÎ