Girtiyê bi navê Saît Demîr ê ku li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê bi bavê xwe Emîn Demîr re hevdîtina telefonê ya heftane kir û anî ziman ku 21 girtiyên siyasî bi armanca şermezarkirina zextan 15 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Emîn Demîr, diyar kir ku kurê wî li girtîgehê bi telefonê li wî geriya û wiha got: "Ji min re got, ‘Bavo xwarin gelek xirab in, di hejmaran de, li hewşê gardiyan heqaretan li me dikin. Lêgerînên mirovan biçûk bikin dikin.' Ji ber van zextan 21 girtiyên siyasî 15 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne." Demîr, anî ziman ku ew weke malbatên girtiyan nizanin dê çibikin û wiha axivî: "Kurê min bi biryar got heta zextên li girtîgehê bi dawî nebin ew dest ji çalakiya xwe bernadin. Banga min ji bo rayedaran ew e ku dawiyê li van zextan bînin dikim."
DÎHA/ÎDIR