Şervanên Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê, niha gihiştin ber bendava Azadî. Ev bendav ji bo herêmê gelekî girîng e. Bendava Azadî ava ku di Bendava Firatê re dibe birêxistin dike û pê re dibe alîkar da zext li ser wê zêde nebe.

Yekîtiya Sovyet Bendava azadî di Nîsana sala 1977′an de ava kir. Bendav sala 1986′an xebitî û 90 milyon m3 avê vedigire.

Bendava Azadî li bajarê Mensûra yê li rojhilatê gola Bendava Firatê ye  û 21 km dûrî bajarê Reqayê ye. Bi riya wê elektrîk tê hilberîn.

Bendav ava ku di Bendava Firatê re derbas dibe, birêxistin dike û xebitîna Bendavê baştir dike.

Firehiya bendavê 60 metre û bilindiya wê 10 metre ye. Bendav ji 8 çaviyan pêk tê.



ANHA / REQQA