Rola jinê di çandê de
Di beşeke nameya Tewehudî de wiha tê gotin: ‘‘Ey xwedaya huner û dilovaniyê, ez bi huner û sifetên te yên qenc serbilind im. Her cara ku li cilên bedew, rengîn û esîl ên te dinêrim ku dîroka pênc hezar salî ya bav û kalên me vedibêje ji dilşadî û xirûrê serxweş dibim û dizanim ku te kultura bav û kalên me ji bîr nekiriye û wek hinekan çavgirtî nakeve pey hin kulturên biyanî. Hûn dikarin dayikên baş bin û ji bo welatê me zarokên baştir perwerde bikin û nifşê kurmancan ji navçûnê rizgar bikin. Xwîşka min ji bîr neke roja ku te kultur û adetên bav û kalên me ji bîr kir û zimanê me û cilên netewî ji bîra te çûn êdî tu peywendiyek di navbera me de namîne.’‘
Kurdên Xorasanê
Li gor nûçeya Basnewsê niha nêzîka 2 milyon Kurd li parêzgeha Xorasanê dijîn ku dikeve Bakûrê Rojhilatê Îranê. Meşa eşîrên Kurd bo Xorasanê di dema desthilatdariya Sefewiyan û di salên 1590 a zayînî de dest pê kir û armanca şandina Kurdan bo Xorasanê ev bû ku Kurd vê herêmê li hember êrîşa Ozbek û Moxolan biparêzin. Lê piştî vê û bi taybetî piştî hatine ser kar a Komara Îslamî ya Îranê zext û guşarên ser Kurdên Xorasanê zêdetir bûne.
XORASAN