Girtîgeha Miselmiyê ku ev demeke dirêje ji aliyê komên çeteyên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nusra û hin tabûrên Artêşa Azad ve hatiye dorpêçkirin, rastî êrîşan tê. Girtîgeha ku derdora 4 hezar û 500 girtî têdene bi mirinê re rû bi rû ne.Her wiha girtî bê xwarin, av û derman jiyan dikin. Tevî van zehmetiyan girtî rastî zext û şideta rayedarên girtîgehê tên û îşkence li wan tê kirin.


20 girtî hatin qetilkirin
Hate hînbûn ku gelek girtî nexweş ketine û nayên derman kirin. Li gorî agahiyên ji hundirê girtîgehê hatine bidestxistin li dijî zextên rayedarên girtîgehê girtiyan xwepêşandan lidarxistine. Girtiyên ku xwepêşandan lidar xistine rastî mudaxeleya raydarên girtîgehê hatine û di encamê de 20 girtî hatine kuştin.
Çavkaniyekî ji hundirê girtîgeha Miselmiyê bi riya telefonê agahî dan ANHA’yê û ev tişt anî ziman: ‘‘Beriya çend rojan girtiyan li dijî kiryarên rayedarên girtîgehê xwepêşandan lidar xistin. Rayedarên girtîgehê mudaxeleyî xwepêşandana girtiyan kir û di encamê de 17 girtî hatin kuştin û 3 girtî ji ber îşkenceya rayedarên girtîgehê hatin qetilkirin.’’
Her wiha hate hînbûn ku welatiyê bi navê Şukrî Xalid Umer di girtîgehê de ji ber bê xwariniyê bê hêz bûye û jiyana xwe ji dest daye.

300 zarok jî hene

Heman çavkanî da zanîn ku girtîgeha Miselmiyê ji bo sê hezar girtiyan hatiye amadekirin. Hêzên rêjîma Baas derdora çar hezar û pêncsed kes di girtîgeha Miselemiyê de bi cih kirine û ev tişt got: ‘‘Ji ber vê yekê jî cihê girtiyan pir tenge, di girtîgehê de jin jî hene û bi dehan zarokên ku di girtîgehê de ji dayik bûne hene, pêdiviya wan bi şîrê zarokan heye. Zêdeyî 300 zarokên ku temenê wan jêrî 18 salî di girtîgehê de hatine girtin û rewşa wan jî pir xirabe.’’

‘Av, xwarin û ceryan tune ye’

Heman çavkanî destnîşan kir ku ev demeke dirêje av û ceyran di girtîgehê de tune ye û wiha got: ‘‘Di girtîgehê de av û ceyran tune ye. Hemû xetên ceyranê di encama êrîşan de hatin qutkirin. Her wiha depoyên avê vala bûne. Girtî nikarin xwe bişûn. Xwarin jî tune ye. Xwaringeha girtîgehê nema xwarinê bi sîstematîk dide û ev dibe sedema nexweşî û bê hêziya girtiyan.Her wiha xwaringeheke taybet jî ku di girtîgehê de hebû vala bûye. Ger ku ne vala be jî ji ber ku malbat nikarin serdana girtiyan bikin, pereyên girtiyan tune ye ku tiştekî ji xwe re bikirin.’’


‘Girtî bi mirinê re rû bi rû ne’

Çavkanî diyar kir ku nexweşî di nava girtiyan de zêde bûye û nayên dermankirin û ev tişt anî ziman: ‘‘Gelek girtî nexweş ketine û nayên derman kirin. Rewşa gelek ji nexweşan giran bûye. Heyva Sor û Komeleya Xwedî Derketina li girtiyan hewl didin  ku alîkariyan bigihînin girtîgehê, lê ji ber pevçûnên li derdora girtîgehê nikarin alîkariyan bigihînin girtîgehê.’’ 

ANHA/HELEB