Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, berdewam dike. Kurd jî şerê li dijî tecrîdê di her qada jiyanê de didomînin.
***
Rastiya dîrokê, rastiya gelan, Komara Tirkiyê ditirsîne...
Lewma ziman, kultur, nasname û hiş raman qedexe dike, kesên xwedî îrade jî diavêje zindanan. Ev tirsa ji rastiyê ye, tirsa ji dîrokê ye.
Gerilayên kurd, girtiyên kurd, zarokên kurd, jinên kurd, rojnamevanên kurd, şaredar, siyasetmedar, parêzer, nivîskarên kurd, rayedarên komara tirk ditirsînin.
Rayedarên Tirk ji Abdullah ocalan ditirsin, ji Murat Karayilan ditirsin, ji Cemîl Bayik ditirsin, ji Mustafa Karsu, ji Duran Kalkan, ji Bahoz Erdal, ji gerilayên bê nav, ji general Sulbuz, ji general Ferîde, ji general Sozdar, ji Nillûfer ditirsin.
Desthilatdariya AKP'ê, dinava ewrên tirsê de dijî... Serokwezîr Tayyip Erdogan di xewnên xwe de kabûsên têbayî dibîne. Lê binêrin, dibin çavên wî de kisîkên bêxewiyê çêbûne. Dermanê tirsê nîne... Mirovên ku ji dîroka xwe bitirse, ji pêşerojan xwe bitirse, yan bi nexweşiya şîzofrenîk, yan jî bi nexweşiya derewan dikevin. Her du nexweşî ligel rayedarên desthilatdariya AKP'ê hene.
Ev nexweşiyên trajîk in û bi diktator û tîranan re çêdibin. Çavkaniya van nexweşiyan tirs e... Di dîrokê de bêzirav û tirsonekên herî mezin diktator û tîran in. Tirsa wan, wan bêhtirîn êrîşker dike.
Erdogan jî hemen nexweşiyan dijî... Eger ev nexweşî ligel Erdogan nebane, 500 rojan tecrîda li Imralî ne dikire pratîkê, 8 hezar siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, şaredar, parlamenterên Kurd rehîn nedigirtin. Ev kiryara Hîtlerwarî tenê, ji bo sucê mirovahiyê û dadgehkirina Erdogan û rayedarên AKPê bes e.
Di van rojên ku di zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, ciwanên kurd, siyasetmedar, parlamenter, şaredar, rojnamevan, zarok, jin ketine greva birçîbûna bêdem û bêdorveger û di qonaxa metirsînî de seyr dike; bêdengiya Erdogan û AKP'ê jî, ji bo teşhîs-kirina her du nexweşiyan bes e. Êdî Kurdan fêm kiriye ku ew, li hemberî desthilatdarî û dewletek nexweş in.
Di demeke ku girtiyên azadiyê dîrokê azad dikin, jiyanê azad dikin û xwe azad dikin, desthilatdariya AKP'ê û Komara Tirkiyê, dixazin di şexsê Imralî û şexsê zindanan de pênûsa beden û mêjiyê gelê Kurd bişikîne. Ha ha zilmê dibarîne. Lewma derew û şiltaqiyan dikin. Derewên ku tenê nexweşên şîzofrenîk dikarin bikin, êdî nikarin kurdan bixapînin. Erêêê, kurd jî fêrî derewan bûne. Çend roj in, Haraketa Azadiya Kurd, rêxistinên jinan ku pêşengiya guhertina civaka kurd dikin, rêxistinên neteweyî, sazî û dezgehên civakî, berdevkê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê û Partiya Aştî û Demokrasî li pey hev daxuyaniyan didin û bi zimanekî hevbeş dibêjin; “Êdî kêr gihaye hestî, yan gavên darî çavan biavêjin, yan jî têkoşîna bi heybet”... Ev tê wateya ku gelê kurd ratsiya xwe jî, ya dijminê xwe jî fêm kiriye. Fêm kiriye ku, çareserî û rêgirtina li ber mirinên di girtîgehan de, di têkoşîn û berxwedan gel de ye.
Îro 46 roj diqedin. Ev hejmara matemetîkî di grevên birçîbûnê de têne wateya winda kirina amûrên bedenî û mêjî. Veger û tamîrkirina van amûran ne mukun e. Komara Tirkiyê, civakên li Tirkiyê teva yan têkbirine yan jî seqet kirine. Di nava têkoşîna 40 salên dawî de, gelê kurd birînên xwe derman kirin; AKP'e jî di nava 9 salên desthilatdariya xwe de dixwaze ku car din civaka kurd seqet bike. Armanca desthilatdariya AKP'ê ku bersivê nade daxwazin girtiyên azadiyê ev e... Bi sedan seqetên xwedî hişmendiya kurditiya şiyar...
Erodgan û cunta Erdogan jî baş dizanin ku, ew çiqasî diktator bin, ew çiqasî kiryarên faşîzan bidin kirin jî, di bedena kurdan de berîkan vekin, xwê têde bihelînin jî, wê “sibeha azad” werê. Ji ber ku sibeha azad, di cengaweriya ciwanên kurd de, di zindanan de bin jî veşartî ye. Sibeha azad, di biryardariya çalakgerên zindanan de veşartî ye. Çalekgerên Kurd, dîroka azad diapêrin.
Dîrok dubare dibe... Diktator û tîranên salên ‘80yî, apoletên zêrîn li ser milên xwe, li ser sînga xwe dihejandin, bi heman nexweşiyan fermanên faşîzan didan.... Lê di 14ê Temmuza 1982an de, cengawerên kurd, bedena xwe kirin mertal û kelih û bircikên faşzîmê hêrivandin.
AKP bi gunehkariyên cunteya faşîst radibe û rûdine. Ev gunehkarî ye. Erdogan pesnê xwe bi Yawuzan, bi Alpaslanan, bi Fatih Mehmedan dide û wek mîratzedeyên sedsala navîn tevdigere. Dixwaze ku Kurdistanê ji nû de dagir bike. Lê ew dibîne ku li Kurdistanê têkçûye, hêrsa xwe li dijî girtiyên azadiyê, li dijî siyasetmedarên Kurd diverîşe... Ev jî navê tirsa dîrokî ye.
Girtiyên azadiyê dîroka Kurdistanê û rastiya Komara Tirkiyê dinivîsin, dîrokê azad dikin, jiyanê azad dikin.
Girtî dîrokê azad dikin