
Li gor rapora Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya ÎHD’ê 267 girtiyên nexweş ên ku divê bêne tehliyekirin, lê nayên tehliyekirin, di girtîgehan de hene. Di raporê de tê gotin ku van girtiyan rewşa 8 girtiyan pir xirab e û ger neyên berdan dibe a niha bimirin. Yek ji van girtiyan Hedye Aksoy a di encama teqîna mayînan de her du çavên xwe winda kiriye. Di raporê de tê diyarkirin ku ligel tunebûna çavan, nexweşiyên din ên Aksoy hene û nikare li merdîwenan dabikeve û hilbikeve, nikare jiyana xwe ya di girtîgehê de bidomîne. Ji bo serbestberdana Aksoy her roj jin çalakiyên cûda li dar dixin, her wiha saziyên sivîl jî ji bo Aksoy çalakî li dar dixin. Her wiha Mehmet Aras jî bi nexweşiya pençeşêrê ketibû, ew jî li pişt şibakên hesinî dimîne û nayê dermankirin.
Seroka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Necla Şengul ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku mezintirîn astengiya li pêşiya dermankirin û serbestberdana girtiyên siyasî Tiba Edlî ye. Şengul diyar kir ku ev helwestekî siyasî ye. Şengul bi bîr xist ku her çendî Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê di rapora A. Samet Çelîk ê bi nexweşiya pençeşêra xwînê ketiye de gotiye ku ‘Dermankirina di girtîgehê de ne mimkun e” û lê Saziya Tiba Edlî raporê piştguh kir û bi mirinê re rû bi rû hişt.
Şengul bal kişand ser tengezariyên di girtîgehan de jî û diyar kir ku ew bi guman in ku giliyên û serlêdanên der barê îşkence û muameleyên xirab de yên ji bo ÎHD’ê zêdetir bibin. Şengul destnîşan kir ku dewletê beriya operasyona dersînor, tevgera yekem li hemberî girtiyan pêk anî û bal kişand ser zehmetî û zoriyên girtî li ser riyên nexweşxane û di nexweşxaneyan de pêre rû bi rû dimînin.
Xebatên li pêşiya IHD’ê
Şengul diyar dike ku ew ê weke ÎHD’ê bi mijarê re mijul bibin û got; “Em ê li girtîgehan heta li nexweşxaneya girtiyan bi tenê nehêlin û em ê bişopînin.” Şengul diyar kir ku ÎHD’ê ji bo piştgirîiya bi girtiyan re gelek çalak û xebat meşandine û ragihand ku wê ev xebat di demên pêş de jî berdewam bikin. Şengul diyar dike ku li gor daneyên di destê wan de ne, divê 100 girtiyên nexweş bêne tehliyekirin û got; “Bawer im, wê îsa li hemberî Tiba Edlî hin çalakiyên me hebin. Bi ya me divê rêkûpêkiya Saziya Tiba Edlî were guhertin. Divê bibe mîna saziyek girêdayî sonda xwe hîpokrat. Mirinê dikarin wisa rabiwestin, dibe mirov rojên xwe yên dawiyê ne di girtîgehan de lib a malbatênx we derbas bikin. Weke ÎHD em ê di demên pêş de du xebatên mezin bidin pêşiya xwe, yek ji vana wê li Stenbolê û ya din jî wê li Amedê bibe. Wê di van çalakiyan de hunermend, akademîsyen û rewşembîr jî cih bigirin û wê di van çalakiyan pirsgirêkên girtiyên nexweş bêne vegotin.
AYGUL YILDIZ - ANF-ENQERE