TUHAD-DER, TUHAD-FED, BDP, SES, Odeya dermanfiroşan û Odeya Tabîban a Amedê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" vekirin. Li ser navê komê ji xizmên girtiyan Mehmet Mezher Tantekîn daxuyanî xwende. Tantekîn, diyar kir ku ji bo li welat aştiyeke mayînde pêk bê divê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere dest pê bikin.Tantekîn, anî ziman ku pêvajoya demokratîkbûnê dê bi wî şeklî dest pê bike û wiha got: "Ji bo gel bi hev re jiyaneke azada bidomînin divê bi Birêz Ocalan re muzakere dest pê bikin." Tantekîn, bertek nîşanî qedexekirina mitînga 14'ê tîrmehê da û wiha axivî: "Ramana dewletê ya qedexekar xwe nîşan da û mitîng qedexe kir. Li hemberî vê yekê gel berxwe da. Di dema bûyeran de gelek welatî hatin binçavkirin û wekîl rastî lêdanê hatin. Em kesên ev faşîzm li hemberî gel pêk anîn şermezar dikin."
Tantekîn, da zanîn ku ji bo mutabakata civakî û pirsgirêka Kurd bi aştiyane bê çareserkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asteng gelek girîng de ye û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan bi hinceta 'rewşa hewayî' hevdîtina malbat û parêzerên tê astengkirin. Tecrîd tê meşandin. Divê demildest ev pêkanîn bên rakirin. Divê demildest tecîrda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Girtîgeha hatine aste weke bombeyekê biteqe. Her roj sirgûn pêktên. Di dema sirgûnan de girtî rastî lêdanê tên. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Heke mirin li girtîgehan çêbibin berpirsiyarê van mirinan hikûmeta AKP'ê ye."
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Baykal Erturk jî diyar kir ku divê girtiyên nexweş ên li girtîgehan demildest bên dermankirin. Erturk, anî ziman ku gelek girtiyên bên dermankirin hene û wiha got: "Li gorî madeya 56'an a makezagonê dewlet ji jiyana hemû kesan berpirsiyar e. Heke li girtîgehan mirin pêk bên berpirsiyarê vê yekê Wezaretê Dadê û rayedarên dewletê ne."
AMED