Ez ne biyaniya grêvên birçîbûnê me. Piştî du-sê rojên grava birçîbûnê, arandina serî û cênîkên mirov jî baş nas dikim. Êş û azara hevpar ya girtîgehan û wateya wê ya giranbiha jî baş dizanim. Ji ber ku dek û dolabên statukoparêziya dewleta Tirk, ku bi “felzeke”yên polîsên namerd, dibîne cezayê zerzemînên bê binî û hawara kesên weke Mamî Silêman, piştî bîst û şeş salan jî ji mêjiyê min derneketiye. Hîna xewa min dikujin, hestên min xerab dikin. Piştî ewqas sal, hîna birînên hêviyên min ne hatine derman kirin.
Sal 1983, em li girtîgeha Metrîs baskê Sibirya bûn, rojekê esra teng deriyê qoxûşê bi zimênî hate vekirin û mirovek dafî hundir kirin. Mirovekî navser bû û mîna jibin ferşên gorê hatibe derxistin, renge-zer, westiyayî û di nava hêviyên şikestî de bi çavên vala li me nêrî.  Hevalê bi navê Feraî, bi dengekî dilşewêt, got; “mamîîîî, mamîîîî!...” Û dengê xwe qut kir. Navê wî Silêman bû, pişî banga Feraî, navê wî bû Mamî Silêman.
Mamî Silêman ji sucê trafîkê girtibûn binçavan, lê ji sedema li dijî polîsan dijberiyek tund nîşan da, bi dosyayek pir nepixandî anîne Metrîsê.  Ji kuştina mêran bigirin heta bi ataxiya endamên rêxistinê lê bar kiribûn. Mamî Silêman 3 sal û nîvan di navbera Metrîs û dadgehan de çû hat. Balkêş bû, wî mirovî, wek ayînê li grevên birçîbûnê dinêrî... Piştî em ji Metrîsê sergomî Sultanahmed kirin, em û Mamî Silêman ji hev hatin qut kirin.
Piştî Sultanahmed, em sergomî  Sagmalcilar kirin û  em li Sagmalcilar bûne çavdêrê şehadeta  4 lewendên greva birçîbûna mirinê. Ez wan lewend û cengawerên Zindana Amedê, bi dilsoziyek  şahlewendî bibîrtînim.  Dewleta ku xwe wek exlaqê civaka mirovan bi nav dike, di bingeha xwe de kujer e. Wampîr e.
Her dewlet sucekî mirovahiyê ye. Nexwazim dewleta Tirk, di het heyam û deman de sucê mirovahiyê kiriye û roj wê werê ku di gunehên mirovahiyê de bifetise.
Îro, 11 rojên greva birçîbûna li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê xelas bûn.
Parlamenterên BDP’ê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz jî, Adnan Tîtîz jî di nav de, tevahiya girtiyan qurbanên dewleta Tirk in. Dewletek ku bi xwînê hatiye avakirin û bi xwîne hebûna xwe diparêzê ye. Hemberî ku lehenga romana min ya dawî, Pîrejina Hefsedê dibêje; “ew xerab dikin, em ava dikin, ew dikujin em zêde dibin” jî, dive em êdî hesabên matemetîkî li ser jiyana xwe nekin û stikura xwe ji ber xencera xiyanetê û ji ber kêra qurbantiya kêra desthilatdaran xelas bikin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj bêhtirîn ber bi êşa hevpar ya kulîmok û movikên hestiyên bedena xwe diçin. Qolincên di movik û kulîmokên hestiyên wan de wê dest pê bikin. Lê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê di nava xemsariyek bextreş de, hîna plansaziyên dek û dolaban û siyaseta gemarî dike.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan û wezîrên wî, mîna xoceyên gundan ku, bi rotên dirêj dersên Qur’anê didine zarokan, dersên siyaset û demokrasî didine muxalefetê, didine dewletên cîran û bi demagojî, derew û telaqreşiyan komên xelkê û raya giştî dixapînin. Rewşenbîr û demokratên wek qelemşor derdikevine holê jî, edebiyata hamasetê dikin û êşa hevpar ya girtîgehan nayînin bîra xwe. Piraniya wan rewşenbîr û qelemşoran di zindanên statukoparêziya dewleta Tirkiyeyê de mane û nasîbên xwe bi zedayî ji êşa hevpar standine. Dîsa jî, siyaset û edebiyata “felzekê” dikin.
Êdî aşkera bûye ku, qanunên Tirkiyeyê, qanunên zincîran e û girtiyên di zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê de bi zincîr û leleyên kanunên faşîzan dîlgirtî ne. Ne ku suc kirine, ne ku gunehkar in. Ew girtiyên qanunên zincîran e...
Balkêş e, darbeya faşîst ya 12’ê Îlonê, qanun çêkirin, desthilatdariya AKP’ê, ku wek hêviya komên xelkê û demokrasî hate ser desthilatdariyê, di 9 salên rêvebiriya xwe de, ji bedêla guhertina wan qanunan: Yek Qanuna Têkoşîna li Dijî Terorê derxist... Du, Biryarnameyên taybet derxistin... Sê, qanunên taybet yên şexsan derxistin û derdixe.... Çar, qanuna taybet ya polîsan derxist...  Pênc; erka xesp-kirina desthilatdarî û îdeolojiya fermî ya faşîzan ku parlamenteriya nûnerê Kurdan ji destê wan stand... Şeş, ne nasîna îradeya gel û girtina parlamenteran di girtîgehê de... Heft, tecrîda keyfî û tolhildanî...
Niha ketiya nava hewldanan (bi dana meaşên parlamenteran) ku vê eyba xwe, vê antî hiquqiya xwe, vê xespa xwe ya gunehkariya dîrokî ji holê rake. Gelo, dana meaşên parlamenteran, wê têrî rakirina ewqas gunehkariyan bike?
Desthilatdarî mîna nexweşiyek nayê dermankirin e û desthilatdariya AKP’ê, bi cemaeta Fetul-munkîr re bi vê nexweşiyê ketiye. Ev nexweşî zû bi zûr nayê dermankirin. Dermanê vê nexwşiyê xwîn e... Di devê gûr de jî, siyasetmedarên Kurd, Rêberê Haraketa Azadiya Kurd,  girtiyên azadiyê hene.
Dîwarên girtgîgehên Tirkiyeyê û  Kurdistanê, bi xwîna mirovan, bi êş û azarên hevpar hatine seyandin. Mamî Silêman, navê wan dîwaran kiribû “qijnik û zîro” wên ku xwîna mirovan dimerêsin... Guman dikim ku nirxandin û binavkirina Mamî Silêman kêm e; Ew dîwar, laboratuwara ku dermanê êşa desthilatdaran diafirînê ye. Komkujiyên bi çekên kimyewî û parçekirina bedena gerilayên Kurd,  komkujiya li gundê Roboskê teva, tedawî kirina nexweşiya dirêj ya desthiladariya AKP’ê pêk neanî. Ji xwîna nexweşên ku di zindanan de dikujê têr nebû,  vê carê dixwaze, xwîna girtiyên azadiyê bike dermanê desthilatdariya xwe.
Di heyamên cûda de, xwîna taze ya mirovan lazim e...
Destanên Kurdan, efsaneyên Kurdan wek Dehak û marên dis erê wî de û mêjiyê ciwanan, belaş ne hatin afirandin.
Lê Erdogan nizane ku di dîrokê de mucîze çênabin û desthilatdariya wî jî, ji aqûbeta yên berî xwe xelas nabin. Xwîne Kurdan ji tu desthilatdaran nebûye derman, ji desthilatdariya Erdogan re jî nabe  derman. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê jî mîna desthilatdariyên berî xwe, reçeteya exlaq û ademiyetê winda kiriye.
Ez bi tirsim, ji ber ku nexweşiya desthilatdariya AKP’ê, ji ya desthilatdariyên xwe jî dijwartir û demdirêjtir e. Lewma ew ê xwînê bêhtirîn birijîne. Binêrin, cografya Kurdistanê ji sedema zivistana dijwar û berfa zêde ketiye kebîs û rêbûwaran nade, lê desthilatdariya AKP’ê ji hewayê mirinê dibarîne. Gelê Kurd her dem çiya parastine. Çiya jî gelê Kurd parastiye. Niha jî ev parastina du alî di rojevê de ye. Lê parastina vê carê, bi eniyak taybet  dest pê dike. Girtîgeh  û Girtiyên Azadiyê!..
Çekê girtiyan jî bi tenê bedena wan û awaza wan ya sloganan e.
Ev enî, her ferdekî ji vê eniyê bi dehsalan hatiye xwedî kirin û bi keda dehsalan hatiye mezin kirin, bi berdêlên giranbiha hatine perwerde kirin. Ew enî, bi her mirovê xwe ve lehengek ji hêrivandina şikefta dîlgirtinê ye.
Pêwiste Kurd, demokrat, nivîskar û rewşenbîrên xwedî wijdan bikevin nava hewldanan û xewna raya giştî ya cîhanê jî, ya Tirkiyeyê jî birevînin.