Li gorî serlêdanên ji bo Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatine kirin, heta niha li 18 malbatên Kurd cezayê pere hatiye birîn. Li malbata E.Y.yê 16 salî yê ku hat girtin û piştre serbest hat berdan 218 TL û li malbata M.B.yê 17 salî yê ku bi hinceta kevir avêtiye wesayîta polîsan jî 2 hezar û 590 TL ceza lê hat birîn.
Bi hinceta kevir avêtine polîsan, dewleta Tirk zarokên Kurd digire, diavêje girtîgehan, tecawiz dike, evane ne bes bûn, îca dest birîna cezayê pere li malbatên zarokên Kurd kir.
M.B.yê ji malbata Bugday a ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye û niha li taxa Şevketsumer a navçeya Akdenîza Mêrsînê rûdine, 2 hezar û 590 TL cezayê pere lê hat birgîn. Bav Şukru Bugday li hemberî vî cezayî matmayî bû û ji ÎHD’ya Mêrsînê alîkariya hiqûqî xwest.Şukru Bugday ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kurê wî M.B. gava li ber deriyê malê bû, roja 15’ê nîsanê polîs hatin û bi lez û bez ew girtin binçavan û piştî ku 3 rojan di binçavan de ma, serbest hat berdan. Bav Bugday da diyarkirin ku gava kurê wî di binçavan de bû, nivîsek ji Walîtiya Mêrsînê ji wan re hatiye û di nivîsê de tê gotin ku kurê me kevir avêtiye wesayîta zirxî ya polîsan, ziyan daye wesayîtê û got; “Bi vê hincetê 2 hezar 590 TL ceza li me hatiye birîn, gotine ku ger hûn di hefteyekê de nedin ew bê rêya dadgehê ji me bistînin.”
Neheqî li ser neheqiyê
Bugday da diyarkirin ku kurê wî M.B. beşdarî tu çalakiyan nebûye, kevir neavitiye polîsan û di roja ku ew behs dikin de jî li malê rûniştîbû û got; “Kurê min bi awayeke neheq girtin binçavan. Ev yek ne best bû îca cezayê pere dibirin.” Şukru Bugday da zanîn ku rewşa wan a aborî pir xirabe û destnîşan kir ku ew nikare vî pereyî bide.
E.Y. yê 16 salî yê bi eslê xwe ji Amedê ye jî, bi hinceta kevir avêtiye wesayîta zirxî ya polîsan hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan. Piştre ji malbatê re cezayê “Zarokê we kevir avêtiye wesayîta zirxî ya polîsan, ziyan daye wesayîtê, 218 TL deynê we heye.” Bavê E.Y. Abdulrahman Yigiter da diyarkirin ku kurê wî tu kevir neavêtiye polîsan û destnîşan kir ku ew mexdur in û li ser vê yekê re jî cezayê pere li wan hatiye birîn.
Yigiter jî mîna Bugday da diyarkirin ku rewşa wan a aborî ne baş e û ragihand ku Walitiya Mêrsînê daye diyarkirin ku ger em vî pereyî nedin ew ê me bide dadgehê.
“Ceza li gelek malbatan birîn'
Serokê Komeyal Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrsînê Alî Tanriverdî jî diyar kir ku heta niha 18 malbat ji ber vê pêkanînê serî li wan dane û da zanîn ku ew haydar in ku ji bilî van 18 malbatên serî li wan dane, cezayê pere li gelek mabatên din hatiye birîn.
AYGUL YILDIZ - ANF/MÊRSÎN