Rojnamegerên Kurd yên serbest hatin berdan, doza ku tên darizandin deşîfre kirin. Edîtora DÎHA'yê Semîha Alankuş anî ziman ku piştî hatine girtin, ji aliyê hempîşeyên xwe ve tenê hatine hiştin. Edîtora rojnameya Ozgur Gundemê Nevîn Erdemîr diyar kir ku bi operasyonê ve xwestine çapemeniya Kurd tasfiye bikin û  got: "Girtina me jî, serbest berdana me jî siyasî ye."  


Alankuş: Hin tişt ji bo Kurdan sûc in

Semîha Alankuş da zanîn ku hema hatine girtin tu bingehek hiqûqî tunebû û di encama nêzîkatiya konjoktura siyasî ya hikûmetê hatine girtin û bi heman rengî serbest berdana wan jî li gorî konjoktura siyasî ye. Alankuş destnîşan kir ku dema hatine girtin ji aliyê çapemeniya Tirk ve tenê hatine hiştin û tenê hiştina hempîşeyên wan rewşeke bi êş e. Alankuş diyar kir ku têkoşîna çapemeniya Kurd, di heman demê de têkoşîna azadiya çapemeniyê ye û nêzîkatiya çapemeniya Tirkiyeyê rewşa çapameniya Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Alankuş bi bîrxist ku ji ber ku çûne Qendîlê roportaj kirine, di salonên dadgehê de hatine darizandin, lê dema KCK'ê biryara paşvekişînê girt, gelek rojnameger çûn roportaj çêkirin û ev yek tena serê xwe nêzîkatiya dewletê ya li hember çapemeniya Kurd nîşan dide û wiha got: "Gelek hevalên me çûn wê derê roportaj çêkirin. Bêguman ev karê rojnamegerekî ye. Li ku dera cîhanê nûçe hebe, rojnameger li pey wê nûçeyê dikeve. Ger vê neke ji xwe wan re nabêjin rojnameger. Lê ji ber vê yekê em hatin darizandin. Em nabêjin bila rojnamegerên ku çûne li wir, bên darizandin. Lê di vir de cotstandardî heye. Dema Kurd tiştekî bikin sûc e, lê yên din bikin nabe sûc."

Hedef çapameniya Kurd bû

Edîtora rojnameya Ozgur Gundemê Nevîn Erdemîr anî ziman ku bi biryara îktîdara siyasî ve hatine girtin û piştî operasyona 17'ê Kanûnê derket holê ku operasyonên KCK'ê bi kîjan armancê hatine lidarxistin. Erdemîr diyar kir ku di dema darizandinê de her tim ev yek anîne ziman û wiha got: "Me gelek caran anî ziman ku ev dozeke siyayî ye. Girtina me jî, serbest berdana me jî siyasî ye." Erdemîr da zanîn ku her tim çapemeniya Kurd hedef hatiye girtin, lê çapemeniya Kurd ji rastiyan tawîz nedaye, her tim rêgezên rojnamegeriyê esas girtiye û ji ber ku çapemeniyeke alternatîf e, her tim xwestine tasfiye bikin.  

Ozdemir: Berpirsiyarî zêde dibe
Edîtorê DÎHA'yê Mazlum Ozdemîr anî ziman ku dema hatine girtin û niha atmosfera siyasî ji hev cudatir e û wiha got: "Dema em hatin girtin jî em difikirîn ku me tu sûcek nekiriye. Em niha jî bi heman rengê difikirin." Ozdemîr diyar kir ku operasyon li hember çapemeniya Kurd hatiye û ev êrîş li hember azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê ye. Ozdemîr bilêv kir ku eger ew roj çapemeniyê azmûneke baş bida dê îro tiştên cuda bihata nîqaşkirin û wiha got: "Piştî operasyona li hember me, êrîşên li hember çapemeniyê zêdetir bûn. Di demên dawî de 'Alo Fatîh' û 'Alo Mustafa' derket holê. Eger hêzên demokratîk yên Tirkiyeyê wê demê bertek nîşan bidana dê îro tiştên cuda bihata nîqaşkirin. Bi rastî jî çapemeniya Tirk azmûneke baş neda."
Ozdemîr anî ziman ku nûçe û roportajên ku çêkirine di îdianameyê de cih digirin û piştî operasyona 17'ê Kanûnê serokwezîr jî heman tişt aniye ziman û wiha got: "Me guhdarkirinên ne hiqûqî, berovajîkirina axaftinên telefonan û nûçeyên ku hatine berovajîkirin anî ziman. Îro jî em di heman noqteyê de ne. Wê demê bi hevkariya cemaet û AKP'ê em hatin girtin. Di encama tifaqekî de em hatin girtin û bi encama têkoşîna hêzên demokratîk em serbest hatin berdan."
Ozdemîr, balkişand ser zextên li hember çapemeniyê, sansur, qedexeyan û diyar kir ku çapemeniya azad peywira xwe anî cih û wiha got: "Ji ber ku em tenê man encam nehat bi destxistin. Dîsa jî ji bo azadiya çapemeniyê, çapemeniya azad peywira xwe anî cih. Li vir wiha berpirsyarên me zêdetir bûne. Her hevalekî ku serbest hat berdan berpirsyariya xwe anî cih. Li vir wiha berpirsyariya me zêdetir dibe. Em jî dixwazin li gorî vê berpirsyariyê xebatên xwe berdewam bikin." 

DÎHA/STENBOL