Piştî meşê li ser navê Tevgera Azadî, RJAK û Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê daxuyaniyek hevheş ji aliyê Komel Serhed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bi tundî girtina Deriyê Sêmalka hat şermezar kirin û wiha hat got: "Sed sal li ser peymana Sykes Picot re derbas dibe. Mixabin, ji aliyê PDK'ê ve rewabûn ji vê peymanê re tê dayîn û vê peymanê didomîne. Bi kolandina xendekan û girtina sînorê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ligel siyaseta dewletên dagirker dimeşe."
Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê Rêhan Hemadî jî got, PDK dixwaze gelê Rojava bi birçîbûnê terbiye bike.
ROJNEWS/KERKÛK