Rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û ji rayedarên hikûmetê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwestin ku embargoya li ser Rojavayê Kurdiatanê bidawî bike. Rewşenbîran diyar kirin di vê dema ku Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşan tê, lîstina bi qedera gelê Rojava kiryareke dijminahîyê ye û girtina deriyê sînor sûc e.

Di daxuyaniya rojnamevan û rewşenbîran de tê gotin ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên qirkirinê re rû bi rû ye, di derbrê gelê Rojava de Fetweyên tunekirinê têne dayîn, di vê rewşê de ji her kesî tê xwestin ku helwesteke miovane û Kurdewarî nîşan bide.
Rewşenbîr û rojnamevana diyar kirin ku li pêşiya hikûmeta herêmê berpisyariyên dîrokî hene, lîstina bi qedera gelê ku rastî tunekirin tê helwesteke dijminane ye. Rewşenbîr û rojnamevana diyar kirin ku pêdiviya gelê Rojava bi alîkariyê heye û li hember vê yeke girtina deriyê sînor sûc e.
Di daxuyaniyên de hate diyar kirin ku hincetên hikûmetê yên girtina deriyê sînor qels û bê wate ne û wiha dom kir: "Yên ku di van rojên aloz de dixwazin baskên xwe li Rojava çêbikin û Rojavayê Kurdistanê bikin meydana nakokiyên partiyan zirareke mezin digihînin doza Kurdî li vî parçeyê Kurdistanê, girtina deriyê sînor ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tenê dikeve xizmeta dijminên Kurdan."
Rewşenbîr û rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji hikûmeta herêmê xwestin ku berpirsyariyên xwe yên netewî, mirovanî û exlaqî bicîh bîne, alîkariya gelê Rojava bike û deriyê sînor veke.
Navê rewşenbîr û rojnamevanên ku daxuyanî îmze kirine wiha ne: Bextiyar Elî, Dr. Merîwan Merya Qni, Dr. Çoman Herdî. Şoreş Emîn, Hîwa Qadir, Kemal Reûf, Şiwan Mihemed, Hîwa Fayiq, Rêbîn Herdî, Aram Elî, Serdar Mihemed, Dana Esed, Esûs Herdî, Ehmed Mîra, Hêmin Baqir, Fetah Zaxoyî, Aram Cemîl, Namo Şerîf, Awat Mihemed, Star Arif, Perwîn Ezîz, Xanim Rehîm, Zanko Ehmed, Sorkiyo Mihemed, Hawkar Hisên û Huner Hemê. 

HEWLÊR