Keşîşxaneya Sumela ya li Maçkaya Trabzonê ye ji 22’ê Îlona 2015’an û vir ve ji aliyê wezareta Turîzmê ve bi îdiaya tê restorekirin, hatiye girtin. Tevî ku14 meh derbas bûye jî ji bo kesên tên ziyaretê nayê vekirin. Civaknas Gîzem Tepe anî ziman ku ev rewş darbeyek li ser azadiya baweriyan e.

Têkildarî mijarê wezaretê li ser malpera webê diyar kir ku bûyerên ku jiyana mirovan dike rîskê yên wekê ketina zinaran a ji dora keşîşxaneyê tên jiyîn û ji ber vê xebatên xurtkirin û lêkolînê wê bê kirin hatine destpêkirin.  Hatibû gotin ku wê salek şûnde xebat bidawî be lê hîna jî nehatiye vekirin.

Civaknas Gîzem Tepe  k udi 2014’an de çibû serdana keşîşxaneyê  anî ziman ku keşîşkane di alî civakî û arkeolojîk de gelek girînge û wiha gotibû: “ Mirovan demekê îbadest û ayîn li wir dikirin.  Yên mereq dikirin jî wek turîstîk diçûn didîtin.  Nirxeke wê ya girîng ya arkeolojîk heye.  Lê niha bi armanca rantê tê bikaranîn. Li Tirkiyeyê bi taybet cihên wisa dîrokî tên tinekirin.” 


 TRABZON