Deriyê Sêmalka ku dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê demek dirêje ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. PDK’ê girtina vî derî jî heya niha li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê dide nîşandan. Der barê mijarê de Endamê Mekteba Siyasî yê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre û Parlamenterê Tevgera Goran Dr. Bayezîd Hesen RojNewsê re axivîn.
‘Me girtina Deriyê Sêmalka qebûl nekiriye’
Endamê Mekteba Siyasî yê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre têkildarî mijara girtina Deriyê Sêmalka wiha axivî: “Weke YNK’ê agahiya me ji girtina Deriyê Sêmalka heye. Belê me girtina vî derî qebûl nekiriye û nerazîbûna xwe ya li ser vê mijarê jî me ji PDK’ê re ragihandiye. Li gor me ger li ser mijara Rojava di navbera aliyên siyasî de nakokî hebin jî asayî ye, belê girtina Deriyê Sêmalka peywendiya xwe bi jiyana xelkê ve heye. Girtina wî nebaş e û xizmeta ji bo gelê Kurd nake.”
Pîre daxuyakirin ku li ser mijara girtina Deriyê Sêmalka wan nerazîbûna xwe ji PDK’ê re ragihandiye.
Têkildarî pirsa gelo YNK di civîna xwe ya bê de li gel PDK’ê wê li ser mijara girtina Deriyê Sêmalka biaxivin, an na? Pîre wiha peyivî: “Weke YNK û PDK wê ti civînên me li ser girtina sînoran pêk neyên. Ji ber ku civînên me li ser mijara baştirkirina peywendiyên navbera aliyên siyasî yên Kurd li Bakur, Başûr û Rojava de bin. Bê guman baştirkirina peywendiyan navbera aliyên siyasî de peywendiya xwe bi sînoran ve jî heye.”
‘Nabe em bi xwe sînoran li ser xwe bigirin’
Li ser heman mijarê parlamenterê Tevgera Goran Dr. Bayezîd Hesen got ku ger îro Tirkiyeyê yan her welatek din ev sînore girtiba, ew ê asayî ditîba lê belê ee hemû Kurd in nabe ew bi xwe sînoran li ser xwe bigirin.
Bayezîd Hese wiha axivî; “Dema Serokê Parlamentoyê li nav parlamentoyê bû, gelek caran pêşwazî li birayên me yên Rojava kir. Belê niha parlamento hatiye dagirkirin. Weke Tevgera Goran berdewam piştgiriya me ji bo Kurdên me yên Rojava heye. Girtina Deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve tiştek baş nîne û xizmeta doza Kurdî nake.”
Di dawiyê de jî Bayezîd Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ger ku ji bo çareseriya aloziyên li Herêma Kurdistanê navbera me û PDK’ê de civîn bê kirin, emê jê re ragihînin ku girtina Deriyê Sêmalka karek baş nîne. Xizmeta gelê Kurd nake. Pêwîste demek zû de ev sînore bê vekirin.”
HÛŞMEND KURDÎ/ROJNEWS