Der barê mijarê de Mam Hejar daxuyaniyek da û diyar kir ku li ser gelê Rojava ambargoyek heye û ev pêkanîn ne helwesteke neteweyî û welatparêziyê ye. Mam Hejar da xuyakirin ku ji bo wan wezîfeyeke exlaqî û neteweyî ye ku vê helwesta hikûmeta herêmî û partiya deshilatdariyê PDK'ê şermezar bikin û wiha got: "Du armancên bingehîn ên vê çalakiyê hene. Yek van armanca; zextdayîna ser Serokê Herêma Federal a Kurdistana, Serokê Parlamentê û Partiyên Deshilatdariyê ji bo deriyê sînor veke, ya duyemîn jî; ev derî ji bo bazirganiya navbera Başûr û Rojava ve vekirî bihêlin."
Mam Hejar diyar kir ku pêwistiya gelê Rojava bi alîkariya gel û hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdisatnê heye û wiha got: "Ji ber vê yekê em ji Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û partiyên deshilatdariyê dixwazin, ku deriyê sînor ne bi tenê ji bo çûyîn û hatinên siyasî, ji bo armancên alîkariya mirovî û berjewendiyên neteweyî vekirî bimîne."
Mam Hejar nûçeyên "derî vekirî ye" yê saziyên medyayê yên nêzî deshilatdariyê bibîr xist û wiha got: "Ger Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiya deshilatdar dibêje derî ne girtiye, hingî bila rê bide me weke PÇDK em ê alîkariya xwe ya mirovî ya ard, şekir, rûn, şîr û hwd. ji sînor derbas bikin û bibin Rojava. Hêj ne diyare ka deriyê sînor hikûmetê yan jî PDK'ê girtiye. Ger PDK ji ber pirsgirêkên xwe yên bi PYD'ê re deriyê sînor girtibe, ev nayê qebûlkirin. PYD Kurdên li Rojava temsîl dike, YPG jî parastian gel dike. Bi tenê ji bo destekdayina hin partiyên mîna El Partî girtina deriyê sînor li rûyê gelê Rojava, meşandina siyaseta dijminê gelê Kurd e."
Mam Hejar da xuyakirin ku ew ê van hemû mijaran di vê çalakiyê de protesto bikin û bang li hemû mirovên xwedî hesta berpirsyariyê, demokrat û welatparêzan kir ku beşdarî çalakiyê bibin û piştgiriyê bidin gelê Rojava. Mam Hejar ji bo dengê gel were bihîstin jî bang li hemû saziyên çapemeniyê kir ku çalakiyê bişopînin.
DÎHA/HEWLÊR