Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê berê Jabar Kadir êrîşên AKP’ê yên li hemberî biryara gelê Kurd a xwerêvebirinê û polîtîkaya PDK’ê ya li hemberî Rojava ji rojnameya me re nirxand. Kadîr diyar kir ku girtina derî û sînoran xizmeta gelê Kurd nakin û divê partiyên Kurd li hemberî hev serî li rêbazên wiha nedin.
Kadir bal kişand ser polîtîkaya AKP’ê yên şer, hewldanên ji bo aştiyê û wiha got: “Li Kurdistanê ji bo aştiyeke mayînde beriya her tiştî divê teqez şer bê rawestandin, AKP hebûna Kurdan qebûl bike û ji bo pêşxistina ziman û çanda Kurdî derfetan ava bike. Dema ku dewlet êrîş pêk bîne aştî ne pêkan e. AKP bi polîtîkaya şer dawiya xwe amade dike.”
Aştiyeke qanûnî dive
Kadir qala pêvojoya aştiyê ya ku di 2013’yan de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin jî kir û ev tişt anîn ziman: “Beriya niha pêvajoya aştiyê li Bakur hebû, ji ber nêzikbûna AKP’ê min tu demê ji vê pêvajoyê bawer nekir. AKP bi armanca serkeftinên hilbijartinan bi awayekî erênî nêzî pêvajoyê bû û dema ku di 7’ê hezîranê de ya ku xwest bi dest nexist pêvajo bi dawî kir û li hemberî gelê Kurd êrîş dan destpêkirin. Ji niha şûnve pêvajoyên ku dest pê bikin divê teqez bi awayekî qanûnî dest pê bikin.”
Helwesta PDK’ê cuda ye
Kadir li ser bêdengiya PDK’ê ya der barê êrîşên AKP’ê yên li hemberî gelê Kurd de jî ev tişt gotin: “Dilê civaka Başûr û partiyên siyasî bi gelê Bakur re ye. Lê helwesta hikûmeta Başûr ji civak û partiyên siyasî yên Başûr cuda ye. Hikûmeta Başûr ji ber hin berjewendiyên diplomasî û aboriyê, li hemberî êrîşên AKP’ê yên li hemberî gelê Bakur, di nav bêdengiyekê de ye. Ev bêdengî helwesteke şaş e. Divê hikûmet rêgezeke ku li hemberî êrîşên AKP’ê dengê xwe bilind bike bibîne û bi têkiliyên xwe yên bi AKP’ê re helwesta AKP’ê ya li hemberî gelê Bakur rexne bike.”
Êrîş plankirî bûn
Kadir der barê êrîşên çeteyên giredayî rejîma Esed Dîfa El Watanî yên li ser Qamişloyê de diyar kir ku rejîma Baas li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo astengkirina mafên Kurdan heta niha her tişt kiriye û ji niha şûnve jî ji bo ku Kurd mafên xwe bi dest nexin tişta ku ji destên wan bê dê bikin. Kadir anî ziman ku ji ber vê yekê li Qamişloyê êrîşî gelê Kurd kirin û wiha pêde çû: “Êrîşên wiha armancê wan hene û li gorî hin planan pêk tên. Armanca van êrîşan xerakirina navbeyna eşîretên ereb û Kurd in. Ji bo ku êrîşên wiha li Rojava neyên jiyîn divê teqez rejîma Baas ji Qamişloyê bê derxistin. Heta ku rejîma Baas li Qamişlouê be dê êrîşên wiha bidomin.”
Girtina sînoran xizmeta gelê Kurd nake
Kadir li ser polîtîkayên PDK’ê yên der barê Rojava de jî rawestiya û destnîşan kir ku li Rojava divê yek hêz û yek rêveberî hebe. Kadir bi lêv kir ku li Rojava hewceyî du hêz û rêveberiyan tune ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtina derî û sînoran ne tiştekî baş e û xizmeta tu partiyeke Kurd nake. Divê Kurd alîkariya hev bikin. Partiyên Kurd divê li hev xwedî derkevin, li hemberî hev serî li rêbazên wiha nedin. Dema ku em di rojên wiha xerab de jî li hev xwedî dernekevin û alîkariya hev nekin tu xêra me ji hev re tune ye.”