DENÎZ ÎKE / ANF/AMED
Xwişka girtiyê nexweş Adnan Yalçin, Nurcan Yalçin der barê birayê xwe de agahî dan û da zanîn ku birayê wê ji dema hatiye girtin heta niha 24 sal in li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye sirgûnkirin.
Nurcan Yalçin agahî da ku birayê wê bi nexweşiya pençeşêrê ye û got, birayê wê nayê derman kirin û xwest, li gel birayê wê hemû girtiyên nexweş bên berdan.
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 457 jê giran, bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş ên ku divê bên berdan, hene. Di sala 2019’an de herî kêm 48 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Bi salan e ev pirsgirêka wijdanî û exlaqî nehatiye çareserkirin.
Yek ji girtiyên bi nexweşiya giran Adnan Yalçin e. Yalçin sala 1996’an hate girtin û 36 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. 24 sal in Yalçin girtî ye. Dema ku Yalçin hate girtin nexweşiyên fitiqa piştê û zerik pê re hebû. Ji ber şert û mercên nebaş ên girtîgehê nexweşiya penceşêra roviyan pê re peyda bû. Sala 2015’an Yalçin emeliyat bû û piraniya roviyên wî hatin jêkirin. Li gel berpirsyarên girtîgehê diyar kirin ku Yalçin nikare li girtîgehê jiyana xwe berdewam bike jî Saziya Tipa Edlî bi hinceta ‘dikare bi tenê bijî’ pêşî li berdana Yalçin girt.