Akkurt diyar kir ku rêveberiya girtîgehê wê ji şewata ku di sala 2012'an de li girtîgehê derket berpirsiyar dibîne û cezayê dîsîplînê daye wê. Akkurt, anî ziman ku piştî bûyerê bi erdê ve hat kaşkirin û wiha got: "Ez ji aliyê peyvirdaran ve hatim kaşkirin û ji gelek aliyê laşê xwe ve birîn bûm. Hakîmê înfazê 2 salin cezayê min erê nakin. Nêzî 10 meh ji talahliya min re maye, lê ji ber ku hêj cezayê min nehatiye erêkirin ez nayêm berdan. Ger ku cezayê min ê esasî biqede ji vê carê cezayê dîsîplînê heye. Ji ber cezayê dîsîplînê ez dê zêde di girtîgehê de bimînim. Ez ji bo tenduristiya xwe çûm Saziya Tipa Edlî. Ez dixwazim berî her tiştî bê zanin ku ez ji sedi sed nabînim. Lê Saziya Tipa Edlî encam ji min re ragihand û got 'Ger ku bê berdan dê zerarê bide civakê' û destûr neda ku ez serbest bêm berdan."


Me derman nakin
Girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Şakranê ku 20 salin girtî ye Îbrahim Tekin jî anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehê her ku diçe tenduristiya wî giran dibe. Tekîn, anî ziman ku revîra girtîgehê ketober girtiyan tedawî dike û ketober derman dide. Tekin, da zanîn ku dema revîr wan sewqî nexweşxaneyan dike jî keto ber sewq dike û her carê girtiyan dişîne nexweşxaneyên cuda. Tekîn bal kişand ser tenduristiya xwe û wiha got: "Ez ji gurçikên xwe nexweş im. Dîsa hêk mezin dibin û dilê min nexweşe. Bêhna min diçike û di xewa min de pirsgirêk heye. " 

DÎHA/ENQERE