Endamekî malbata Hesenpûr di daxuyaniyekê de ji ajansa NNSROJ’ê re got: ‘‘Pênc roj beriya niha berpirsên girtîgeha Zabolê bê agahdarî û diyarkirina hîç sedemekê, Ednan Hesenpûr şandine girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê. Li gor daxuyaniyê di dema surgunkirinê de Hesenpûr ji Merîwanê bo bajarê Zabolê, rayedarên girtîgehê ew bi awayekî fermî wernegirtibûn û Hesenpûr bi awayê demkî di qerentîneya girtîgeha Zabolê de dihate ragirtin.’‘


Dûr dişînin

Malbata Hesenpûr şênyên bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ne ku nêzîka 2000 kîlometran ji bajarê zahidanê dûre. Zahidan li başûrê rojhilatê Îranê û li ser sinorê Îran û Pakîstanê ye. Heta niha sedema ranegirtina Hesenpûr li Zabolê û veguhestina wî bo bajarê Zahidanê nayê zanîn.
Dûrxistina Hesenpûr di rewşekê de ye ku rayedarên dewleta Îranê li Kurdistanê, di heft salên borî de rê nedane Hesenpûr serdana malbata xwe bike, nehiştine rû bi rû bi malbata xwe re hevdîtinê bike û ji bo tedaviya pizîşkî jî nehiştine navbirî biçe derveyî girtîgehê.

Zext lê tên kirin

Ednan Hesenpûr kevintirîn rojnamevanê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye ku di sala 2006’an de hat binçav kirin û di sala 2007’an de bi tawana şerê bi xwedê re cezayê darvekirinê jê re hat birîn. Lê di dadgeha pêdeçûnê de hukmê wî bo 16 salên girtîgehê hat kêm kirin. Ednan Hesenpûr beriya girtinê di heftenameya du zimanî ya (Kurdî-Farisî) a bi navê ‘Aso’ de kar dikir ku di sala 2005’an de bi henceta hewildana li dijî ewlekariya milî hat daxistin.

Polîtîkaya surgunkirinê

Hêjayî gotinê ye Hesenpûr tevî sê rojnamevanên din yên Kurd  (Xusro û Mesûd Kurpûr û Mihemed Sidiq Kebûdvend) di girtîgehên dewleta Îranê de ne. Dûrxistina girtiyên siyasî ji aliyê Îranê ve wek zextekê li hember girtî û malbatên wan tê bikaranîn.
Hêjayî gotinê ye piraniya malbatên girtiyan ji ber dûrxistin û pirsgirêkên aborî bi salan nikarin serdana girtiyên xwe bikin an di dema serdanê de ji ber bûyerên trafîkê canê xwe ji dest didin.

TEHRAN