Koçer Ozdal ku li girtîgehê bi nexweşiya kanserê ket, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş, Koçer Ozdal, ji meha Tîrmehê ve li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê, piştî derengmayîn û zexta dijwar, dihate dermankirin. Ozdal 19’ê Tîrmeha 2018’an ji bo dermankirinê ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûrê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal 13’ê Tebaxê xistibûn beşa lezgîn a nexweşxaneyê û eşkere bûbû ku kanser li tevahiya bedena wî belav bûye. 24’ê Tebaxê jî bi temamî ji ser hişê xwe çûbû. Tevî vê yekê jî Ozdal bi kelepçeyê li odeya nexweşaneyê hatibû girêdan.
Daxwaza mirovekî dimire red kir
Rêxistinên mafên mirovan ji bo berdana Ozdal û dermankirina wî dest bi kampanyayê kiribûn, lê hikumeta AKP’ê xwe li vê daxwazê kerr kiribû.
Belkî zilma dewleta Tirk a li Kurdan herî baş xwe bi tesewurkirina wê dîmenê wefata Koçer Ozdal, herî baş darî çav bike. Dema ku Koçer Ozdal wefat kir, ji hiş çûyî bû, 2 eskerên dewleta Tirk li ber serê wî bûn û dest û piyên wî bi textê nexweşan ê nexweşxaneyê ve kelemçekirî bûn.
Eyba mirovahiyê ye
Ji bo vê rewşa mirina Koçer Ozdal ê 65 salî Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen a ku ji destpêkê heta dawî rewşa Koçer Ozdal dişopand, got, “Girtiyê nexweşê nivîsan, bi kelepçeyan bê dermankirin nayê qebûlkirin. Rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin. Îro li Enqereyê şerma mirovahiyê bi pêş ket.”
Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya Zindaniyan, Mehmet Baytekin jî bertekên xwe anîn ziman û got: “Dema ket komayê jî dest û piyên wî kelepçekirî bûn. Li dijî qanûnan hat dermankirin. Di vir de azadiya mirovan a şexsî ketiye bin piyan. Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî tev bigere. Girtiyekî di komayê de û hişê wî ne li serê wî, çawa tê qebûlkirin ku bi kelepçeyan bê dermankirin?”
BÊRÎVAN ALTAN-MA / ENQERE