Girtiyên ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de, ji ber hejmara li ser xwe qebûl nekirin, cezayê hucreyê li wan hate birrîn, mafê wan ê telefonê û hevdîtinê hate desteserkirin.

Girtî Şemsettîn Erdem û Ozgur Çelîk, ku li Hepsa Tîpa T ya Manîsayê ragirtîne, qala binpêkirina mafên girtiyan kirin.

Şemsettîn Erdem di nameyekê de ku ji Şaxa ÎHD’ê ya Izmîrê re şand, behsa tiştên hatî serê wî û hevalên wî yên qawîşê dike.

Di 11 mehan de 8 caran ceza

Erdem di nameya xwe de dibêje, ”Ji ber ku me hejmara li ser qebûl nekir, gardiyanan li me da û em ceza kirin. Di nava 11 mehan de 8 caran cezayê disîplînê ji bo 10 rojan dane me û em avêtine hucreyê.

Şemsettîn Erdem her wiha diyar kir ku li hevalên wî Mehmet Tekîn û Ozgur Çelîk jî ji heman doyayê 2 caran ceza hatiye birrîn ku 3 mehan nikaribin mafê telefonkirinê bi kar bînin û 2 caran ji bo 3 mehan ceza li wan birrîne ku serdanvanê xwe nebînin.

Guh bidin dengê me

Erdemê ku ev 70 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye di dawiyê de got; “Tişta ku bi serê min de hatiye bi serê hevalên min de jî tê. Alîkariya hiqûqî pêwîst e, em dixwazin serdana şexsî li Dadgeha Destûrê bikin û bangê li sazî û dezgehên têkildarî dikin da ku raya giştî çêkin û guh bidin dengê me.”

Em zarokên Kurd ên serîhildêr in

Cîhan Tamûr ku li Hepsa Wanê ev 81 roj in di greva birçîbûnê de ye, got, “Em zarokên Kurd ên serîhildêr in. Em ê bi vê berxwedanê, dîrokê binivîsînin.”

Bi Leylayê dest pê kir

Dayik Hanîfe Tamûr jî diyar kir ku 6 zarokên wê hene, 4 jê ketine hepsê û wiha peyivî: “Zilma di salên 90’î de dest pê kir, hîna jî didome. Cîhan û hevalên xwe li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan, daxwazeke mafdar e. Em piştgiriyê didin wan. Berxwedan ku bi Leylayê dest pê kir, her diçe mezintir dibe.”

Moralê wî baş e

Bavê  Cîhan Tamûr  Siddik Tamûr jî got; “Wexta nû hatim girtin, Cîhan 5 salî bû. Wê çaxê me wêneyek girtibû. Lê niha ev 7 sal in ew girtî ye. Delîla jî şehîd bû. Roja duşemê çûm hepsê. Gardiyanan ew anî cihê hevdîtinê. 15 kîlo li xwe kêm kirine. Serêşî, gêjbûn, nerihetiya madeyê lê peyde bûye, lê moralê wî baş bû.

Heta ku tecrîd rabe

Girtiyê bi navê Şevket Şeker ku li hepsa Dîlokê di greva birçîbûnê de ye jî bi rêya parêzerê xwe peyamek da û got, ”Piştî ku me dest bi greva birçîbûnê kir, zexta li ser hepsiyan zêde bû. Ev ji 2 hefteyan zêdetir e ku rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Pirtûkên qawîşên me birin. Heta ku tecrîd rabe, em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.”

 

 IZMÎR/WAN/DÎLOK