Komek girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de piştgirî da boykotkirina hilbijartina giştî ya Îranê û banga boykotkirinê kirin.
17 girtiyên siyasî yên Kurd ji girtîgehên Urmiye, Xoyê û Kaşmerê bi daxuyaniyeke hevbeş banga boykotkirinê li gelên Îranê kirin.
Di daxuyaniya girtiyên siyasî de wiha tê gotin; “Komara Îslamî ya Îranê di siyaseta xwe ya hundirîn û derve de xetimiye û roj bi roj krîza wê kûrtir dibe. Careke din di hilbijartinê de hewl dide gel teşwîq bike û raboriyê bide jibîrkirin ku deng bide. Heta ku careke din vê keştiya şikestî bigihîne kenarek aram. Dixwazin em darvekirinan ji bîr bikin, cihê darvekirinên bê kefen nepirsin, şopên êşkenceyan ên li ser bedenan veşêrin û biçin ser sindoqan. Xwîna di zivistana 2018 û payîza 2019’an de hatî rijandin û navê sedan kolberên ku ji bo nan mirin, ji bîr nekîn. Li seranserî Îranê niha boykotkirina hilbijartinê bûye xwestekek giştî. Em jî piştgiriya vê xwesteka giştî dikin û weke dema borî hilbijartinê boykot dikin.”
Navê girtinên daxuyanî dane; Zeynep Celaliyan, Şakir Baqî, Rehîm Turgut, Perwêz Nasirî, Kamran Derwêşî, Beşîr Pîremawane, Ehmed Temuyî, Îbrahîm Îsapur, Elî Ehmed Suleyman, Sabir Kemanî, Peyman Mîrzazade, Fîruz Musazade, Siyamek Eşrefî, Kemal Hesen Remezan, Hatim Ozdemir, Rehîm Mehmudî Azer û Mihemed Mîrzayî.
NAVENDA NÛÇEYAN