Roja yekşema borî, hejmarek girtiyên siyasî yên Kurd û belûc ku li girtîgeha Gewherdeşt tên ragirtin veguhestibûn salona 10. ku bi taybetî girityên ji doza El Qaîde tê de dimînin.
Di nav girtiyên hatin veguhestin de girtiyên Kurd Loqman û Zanyar Mûradî jî hebûn û li gor agahiyên herî dawî ku ji herêmê bi dest ketine, piştî veguhestinê Loqman û Zanyar Mûradî rastî êrişa girtiyên El Qaîdeyî hatine û di encamê de birîndar bûne.
Tê gotin ku êriş bi fermana rayedarên girtîgehê pêk hatiye. Di demên dawî de rejîma Îranê, ji bo îradeya wan bişkîne û teslîm bigre, gelek caran girtiyên siyasî û edlî yên Kurd davêje bendên girtiyên ji dozên madeyên hişbir û El Qaîde.
Du cezayên darvekirinê
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di meha cotmehê de cezayê darvekirinê yê Zanyar û Loqman Mûradî erê kir. Hate diyarkirin ku Dadgeha Bilind bê haya parêzeran cezayê îdamê ya her du Kurdan erê kiriye. Girtiyên Kurd yên bi navê Zanyar Muradî û Loqman Mûradî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birrîn û ev demeke di zîndanê de tên ragirtin, ji bo doza xera bibe serlêdan kiribûn.
Dîwana Bilind jî li dijî daxwaza girtiyên Kurd, bêyî ku haya parêzerên wan jî jê hebe, cezayê wan yê darvekirinê erê kir.
Zanyar û Loqman Mûradî, piştî veguhestina xwe ya bo zindana Recaî Şehr a li bajarê Kerec, bi nameyekê ragihandibûn ku ew di bin tecrîd û êşkenceyên giran de ne û îfadeyên ku bûne sedema darvekirina wan jî bi darê zorê bi wan dane îmzekirin.
Zanyar û Loqman Mûradî ku bi îdîaya kuştina kurê xetîbê bajarê Merîwan têne tawanbarkirin, hefteya bûrî veguhestibûn benda 2yê ya girtîgeha Recayî Şehr ya Kerec.
ANF/SINE