Babat, di nameyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha rewşa wan vegot:
A. Samet Çelik: Nêzî 20 salin ev hevalê me girtî ye. Nexweşê pençeşêra Lenfê ye. Lazime mejiyê hestî bê neqilkirin. Heta niha gelek kesan xwest alîkarî bidin. Lê rayedarên girtîgehê nebû alîkar û astengî derxist. Rewşa wî giran e.
Burhan Kaya: Girtiyê nexweşê Kronikê ye. Obstruktif Li gel vê nexweşiyê, nexweşiyên mîde, rovî, fitixa piştê û gelek nexweşiyên din li ser hene. Ji bo kezeba wî xetimiye alîkariyê ji tupê oksîjenê digire.
Cezgin Eker: Girtiyê nexweşê Nebesiya dil a Kronerê ye. Anjo bûye. Stend xistine 2 damarên wî. Damarê wî ji sedî 70-80'an hatine girtin. Gelek nexweşiyên din jî liser wî hene.
Hasan Alkiş: 20 salin girtî ye. Lazim bû di sala 2000'an de emeliyata dil bibe, lê di sala 2004'an de emeliyat bû. Di sibatê de emeliyata dil a vekirî bû. Saziya Tipa Edlî di 24'ê Adar û 9'ê nîsana 2004'a de rapora nikare li girtîgehê bijî da. Di sala 2008 û 2010'an de îltihaba pankreatif derbas kir. Di sala 2011'an de ji ziravê xwe emeliyat bû. Di mejiyê wî de timora 3 x 1.5 santîm heye. Roj bi roj rewşa wî giran dibe.
Mensur Tekin: 4 salin girtî ye. Di mejiyê wî de ur heye. Ji bîrkirinek mezin pêre çêbûye nikare li xwe binere. Laşê wî diwerime û nikare bêhnê bistîne. Nikare li ser xwe bimeşe. Pir caran derdikeve tuwaletê û nikare li xwe binere.
Mehmet Yalçin: 22 salin girtî ye. Nexweşiya şekir, astim û dil pêre heye. Emeliyata dil bû. Dem dem ji ser hişê xwe diçe. Nikare di şert û mercên girtîgehê de biji.
DÎHA/ENQERE