Çûyin êdî belgefilmek e li ser Komkujiya Pirsûsê. Şahid û mexdûrên komkujiyê, malbatên pakrewanên komkujiyê wê 29´ê Hezîranê ji bo galaya filmê li Amedê bin. Banga wan jî ew e ku Amedî wan tenê nehêlin.

Galaya belgefîlma “Gitmek (Çûyin)” ku behsa jiyana kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayî dike, li Amedê wê pêk bê. Malbatên ku di komkujiya 5’ê Hezîranê ya Meydana Stasyonê, 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Pirsûsê de xizmên xwe ji dest dayî, tev wê li galayê bin.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi dirûşmeya “Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin” kampanyayek dabû destpêkirin û di çarçoveya vê kampanyayê de di 20’ê Tîrmeha 2015’an de gelek ciwan hatibûn Pirsûs a navçe ya ser bi Rihayê. Ciwanên ku xwestin ji wir derbasî Kobaniyê bibin, li Navenda Çandê ya Amarayê civiyan. Lê belê DAIŞ‘ê bi hevkariya rayedarên dewleta Tirk, êrişî wan kiribû û 33 kesan ji vê komê jiyana xwe ji dest dabû.

Film temam e malbat jî wê li Amedê bin

Li ser vê komkujiyê niha bi navê “Gitmek” belgefilmek hat çêkirin. Belgefilm bi pêşengiya Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê û Dayikên Aştiyê bi derhêneriya Mustafa Emîn Buyukcoşkun hat çêkirin. Galaya belgefilmê wê di 29’ê Hezîranê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çêbe.

Kesên di Komkujiya 5’ê Hezîranê, 10´ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Komkujiya Pirsûsê de birîndar bûne û malbatên kesên di van komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, tev wê li galayê bin.

Şahida komkujiyan

Rojda Bariş a 26 salî di dema komkujiyê de li Pirsûsê bû, diyar kir ku wan xwestiye pêlîstokan bibin ji zarokên Kobaniyê re, lê belê xwîn pejiqî xiyala wan. Bariş, bi bîr xist ku di komkujiyê de 33 kesan jiyana xwe ji dest daye û bi wefata van 33 kesan re jiyana wan jî pirr guheriye.

Bariş, bi bîr xist ku di dema Komkujiya li Meydana Stasyonê ya Amedê de jî ew li meydanê bûye. Bariş, diyar kir ku ji bo tirsa li ser xwe bavêje û bi hêvî be, ew çûye Pirsûsê û piştî komkujiyê ji bo aştiyê biqîrîn bibêje, berê xwe daye Enqereyê. Wê êrişa li Gara Enqerê jî bi bîr xist. Bariş anî ziman ku wan hewl daye li vê xakê şopa şer ji holê rakin û di her êrişê de tiştek jê kêm bûye. Bariş, diyar kir ku bi vê belgefilmê ew ê tiştên jê qut bûne berhev bike û wiha peyivî, “Min gelek komkujî û qirkirinên li vî welatî xwendin. Di navbera xwendinê û lê qewimînê de ferqek heye. Vê carê di nav de bûm. Yek ji şahidên wê me.”

Bariş, destnîşan kir ku belgefilma “Gitmek” girîng e û bal kişand ser galaya wê ku wê li Amedê pêk bê û xwest wê rojê hemû Amediyên bûne şahidê 5’ê Hezîranê, li cem wan bin.

Em li galayê hev bibînin

Sevdet Acar ê 26 salî di komkujiya Pirsûsê de birîndar bûbû. Wî bi bîr xist ku ji bo ew Kobaniyê ji nû ve ava bikin, wan dabû rê. Acar got, “diviya ji bo xwişk û birayên xwe yên Rojavayî em biçin”. Wî anî bîra xwe ku ew sibeha 20’ê Tîrmehê tevî hevalên xwe ji Amedê çûye Pirsûsê û got, “Em gihan Pirsûsê. Kesên li Navenda Çandê ya Amarayê, pirr bi heyecan û kêfxweş bûn. Min li wir hevalên xwe Polen, Ezgî, Cebraîl, Veysel û ên din belkî 20 belkî jî bi qasî 30 deqeyan dîtin û niha dî bîra min de wisa mane. Tenê bi tiştekî dizanim, niha bêhna ku distînim ya hevalên min e.”

Acar bal kişand ser galaya belgefilma “Gitmek” û got, “Belgefîlma Gitmek behsa hevrê, xwişk, bira û dostên me yên di 2015’an de jiyana xwe ji dest dayî, dike. Li dijî pergala zalimên ku ev êş li me peyde kirin, em di 29’ê Hezîranê de ji bo bibîranîna 33 rêwiyên xeyalan li galaya belgefilma Gitmek bên cem hev.”

 

MA / AMED