Beşek ji welatiyên navçeya Qeladiza ya girêdayî herêma Raperînê, giyayên Biherê weke serçaweya debara jiyanê bi kar tînin.  Bi hatina demsal a biherê re gelek giyayên wek kereng, rêvas, qurad û curên din yên giyayan li zozan û çiyayan çêdibin. Welatiyên ku van giyayan ji bo xwe weke serçaweya jiyanê dibînin, ji bo berhevkirina van giyayan berê xwe didin zozan û çiyayan. Giyayên ku tên berhevkirin jî li nav bazaran tên firotin. 


QELADIZ