Peykersazê Kurd Seywan Seîdiyan, derheqê berhemên ku ji hesinan diafirine de dibêje: “Ez dixwazim hesin di destê min de nerm bibe.”

Peykarsazê ji rojhilatê Kurdistanê Seywan Seîdiyan berhemên xwe ji hesinên bermayî û kevn çêdike. Seîdiyan hesinên kevn ên ku êdî kêr naye kom dike û bi hunera xwe dirûvê dide hesinan. Seîdiyan herî zêde peykerê mirov û lawiran çêdike, xweşî û nexweşiyên jiyanê bi hesin dinexşîne. Dema Seîdiyan parçeyek hesin dibîne, xeyal dike û wî dişibîne tiştekî. Piştî wê jî li ser hesin dixebite, bi qaynax û xizara hesin dike peyker. 


Materyalên nexweşik estetîze dike

Seîdiyan hez kirina xwe ya çêkirina peykerên hesin wiha anî ziman: “Hesin meteryalekî pir hişk û ne xweşik e. Lê mirov dikare estetîkê bide tiştên nexweşik jî. Ez dixwazim ji tiştek nexweşik berhemek narîn derbixim. Ez dixwazim ku hesin di destê min de pir nerm be. Heta niha ez bi gelek meteryalan xebitîme. Meteryalê ku herî zêde jê hezdikim hesin e. Ez dihizirim ku di demê pêş de jî vê xebatê bidomînim.” 


Di sala 2015’an de 120 peyker 

Seîdiyan ev salekî ye li Amedê dijî û ji xwe re atolyeyekê jî vekiriye. Seîdiyan da zanîn ku wî destpêkê wekî materyal dar bikaraniye lê piştî demekê dest bikaranîna hesin kiriye. Seîdiyan destnîşan kir ku wî di 2015’an de 120 peyker çêkirine û niha jî li Mêrdînê amedekariya peykereke bilindbûna wê 4 metre û nîv dike. 


‘Hesinê bêboyax orjînaltir e’

Peykarsaz Seîdiyan derbirî ku di cîhanê de ji bo çêkirina peykeran materyalên pir in û wiha pê de çû: “Çîmento, kirêc, herî, kevir dar û hinek meteryalên din jî hene. Kesên ku li ser hesin dixebitin pir in lê her kes bi nêrîn û hestên xwe li ser dixebite.” Seîdiyan anî ziman ku gelek kesên li ser hesin dixebitin, peykerê xwe boyax dikin û wiha got: “Ji ber ku ez bi hesinê kevn dixebitim ez naxwazim boyax bikim. Hesinê boyaxnekirî ji bo min orjînaltir xuya dike.” 


Xabata min li ser jiyana rojane ye

Seîdiyan destnîşan kir ku tişta wî kêfxweş dike ew e hemû kesên di civakê de ji berhemê wî hez dikin û wiha axivî: “Berhemên min bala zarok, ciwan, kal û pîr û hemû kesan dikişîne. Ji ber ku xebata min li ser jiyana rojane ye.” 

Di dawiya axaftina xwe de Seîdiyan got ku ew dihizire ku huner li dijî şer e û divê huner jiyanê xweşik bike. Seîdiyan daxuyand ku dema ew hat Amedê yekem armanca wî ew bû ku şagirtên nû fêrî karê xwe bike.


 DÎHA/AMED