Li bajarê Hesekê welatiyê bi navê Mehemed Îbrahîm ev 13 sal e ji keviran peykeran çêdike. Lê tişta ku Mehmed Îbrahîm ê wekî Mehemedê Amudê tê nasîn, ji hunermendên din cuda dike, serpêhatiya wî ya destpêkirina çêkirina peykeran e.
Mehemed Îbrahîm, destnîşan kir ku dema diçû dibistana seretayî, mamosteyê wan xwestiye ku her kesek tiştekî çêbike û bîne. Îbrahîm, diyar kir ku wî jî qedehek mezin a lik tije cils  kiriye, piştre derxistiye û li ser jî ruyê jinekê çêkiriye. Îbrahîm, anî ziman ku mamoseyê wî xebata wî gelekî ecibandiye û ji wî girtiye. Îbrahîm, daxuyand ku mamosteyê wî berhema wî roja paştir dîsa aniye dibistanê, lê wî dîtiye ku mamoste li ser cilsê suretê xwe çêkiriye û vê dîmenê hem gelekî bandor li ser wî çêkiriye, hem jî di hişê wî de maye.

Bi dîtina kevirekî dest pê kir

Îbrahîm ku piştî dibistanê ji bo ku di warê aborî de tevkariya malê bike des ti bar kir, piştî 30 salan jinûve bi hunerê re rû bi rû ma. Mehemed Îbrahîm ku niha ajokariya kamyonê dike, destnîşan kir ku dema wî di sala 1999’an di karê çêkirina tekerên wesayîtan de kar dikir, rojekê ji bo bêhnvedanê hinekê ji dikanê dûr ketiye. Îbrahim, anî ziman ku di wê navberê de li çolê kevirekî biçuk ku li ber çavê wî wekî seriyê mirovan bû, dîtiye. Îbrahîm ku ev kevirê hanê mereqa wî gelek zêde kiriye, bi vê yekê dest bi çêkirina peykeran dike. Îbrahîm, ev serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Ew kevirê min dît, wekî seriyê mirov dixuya. Wê demê dîmena seriyê ku mamosteyê min çêkiribû hat ber çavê min. Min ew kevir anî dikanê û di dema xwe ya vala de bi çakuç pê re mijul bûm.”
Îbrahîm, got ku ew 2 mehan bi vî kevirî re mijul bûye û şeklek derketiye holê û wiha dom kir: “Min xwest ew şeklê dihat ber çavê min çêbikin, lê wekî min dixwest derneket. Lewre min ew danî aliyekê û dest bi çêkirina peykerê jinekê kir. Piştî vî peykerî dîsa vegeriyam kevirê berê û min suretê xwe li ser çêkir. Baş derket.”

Çêkirina pêşkerên jinan
Mehemed Îbrahîm, piştî vî kevirê hanê, dema xwe ya vala hemuyê bi çêkirina peykeran deras dike. Zêdetirîn jî peykerên jinan çêdike. Îbrahîm sedema vê yekê jî wiha rave kir: “Ji ber ku keyfa min ji jinê re tê. Ew dayîk e, xwîşk e, hevser e, bi kurtasî ew jiyan e. Jiyan bi wê ve girêdayî ye, loma ez jinê çêdikim. Peykerên ku ez çêdikim jî folklorîk in, yanî di nava jiyanê de cihê jinê nîşan dide. Keyfa min gelekî bi vî karî tê.”
Mehemed Îbrahîm ku tenê di dema xwe ya vala de peykeran çêdike, anî ziman ku li gorî peykeran dema çêkirina wan jî diguhere û wiha dom kir: “Herî zêde 3 mehan pêre mijul dibim. Yên herî kêm pê re mijul dibin jî 5 roj in. Ez van peykeran di dema xwe ya vala de çêdikim. Hinek caran bi roj, hinek caran bi şev çêdikim. Carinan serê sibehê beriya ku diçim kar, hinekê pêre mijul dibim.” Îbrahîm ku peykerên jinê yên di warê jiyanê de yên cuda cuda çêdike, çend peykerên zilaman jî çêkirine.

Amûrên wî çakuç û kêr in 

Îbrahîm wekî peykerçêkerên din, bi amurên vê hunerê peykerên xwe çênake. Ji ber ku derfa wî ya kirîna van amuran nîn e, peykerên xwe bi çakuç, kêr û zimpayê (cam kaxiz) çêdike. Îbralîm, keviran jî, ji derdorê kom dike, hinekan jî hevalên wî ji Helebê tînin.  Di encama xebata 13 salan de Îbrahîm 30 peyker çêkirin û li gelek cihan pêşengeh vekirin. Îbrahîm li bajarên wekî Şam, Hesekê, Heleb, Dirbêsiyê û Amudê pêşengehên şexsî vekirin. Li bajarên Qamişlo, Hesekê û Siwêda jî bi hunermendên din re pêşengehên tevlîhev vekirine.
Gelek kes peykerên Îbrahîm dixwaze, lê ew peykerên xwe nafiroşe û dixwaze ku bi van peykeran xwe bide xuyakirin. Bi gotineke din dixwaze hemû kes wî bi ajokariyê na, bi vî karê hanê nas bike.
Îbrahîm endamê Saziya Hunermendên Suriyeyê ye, lê ev sazî jî xebatê nake, loma tu sudê jê nagirie. Li rojavayê Kurdistanê jî têkiliya Îbrahîm bi tu saziyan re tune ye, lê dixwaze ku bi saziyên çandê re xebatê bi meşîne. Ji bo ku karibe bi awayekî profesyonel hunera xwe pêş bixe û di saziyek hunerê de bixebite jî, tekane daxwaza Îbrahîm jî ew e ku ji bo debara xwe bike, alîkariya wî bê kirin.


DILDAR ARYEN / ANF/HESEKÊ