Di atolyeyê de nêzî 20 jinan perwerdehiya xwe temam kir. Di van rojana de 20 jinên ku perwerdehiya xwe temam kirin bi projeya bi navê "Jin giyanê dide axê" hedef dikin ku perwerdehiya pîşeyî bide. Jinên ku nîgarên kevneşopî li ser seramîkan nexşdikin xerca xweya rojane jî ji vê karê derdixin. Jina bi navê Nilay Furkan diyar kir ku ji debarê zêdetir bi hilberînên ku di afrînin kêfxweşin. Furkan anî ziman ku ev 3 sale bilî vê karê dibe û ji bo kêfê vê karî dike. Fukan hestên xweyên ku dema seramîkan nexşdikin anî ziman û wiha got: "Dema ku ez vê karî dikim dilê min rihete tu tiştek mîn namîne. Em şikil didin axê û dixin guldank, dema ku mirov dikeve firqê ku mirov dikare tiştek hilberîne ev yek baweriyek mezin dide mirov û baweriya mirov a cevherî zêde dibe. Dema ku di dibê je min ev yek cêkirî hestek cîda dide mirov."
'Hêstên xwe di seramîkan de didim xûyakirin'
Jina bi navê Meral Korkmaz ya ku kursiyerê nû ya atolyeyê jî nasandina xweya bi seramîkan re ji mere vegot û wiha got: "Ez di serî de gelek bi min zorhat min digot ezê çawa çêkim ez li ser vê yekê difikirim. Dema ku ez niha tiştên ku çêdikim dibînim ez dibêjim di pêşde ezê baştir çêkim. Min jî vî karê hezkir ez hestên xwe di seramîkan de didim xuyakirin."
Berpirsa Şaxa Weqfa Navenda Jinan (KAMER) a Colemêrgê Zozan Selîmoglu çêkirina seramîkan vegot û diyar kir ku nîgarên herêmê li ser seramîkan dinexşîne. Selîmoglu diyar kir ku atolye demek dirêj bi derfetên xwe li ser piyan girtî û wiha got: "Em projeyan hildiberîne û bi vî awayê fêrkariya vê karê berdewam dikin. Di sala 2011'an 20 jin vî karê hînbû û niha em vê projeyê hînê 20 jinê din dikin." Selîmoglu diyar kir ku bi derfetên kêm hewldane ku jin li malan derxin. Selîmoglu diyar kir ku li atolyeyê bi tenê perwerdehiya pîşeyî nayê dayîn û wiha got: "Em li vir wisa dikin ku jin hi hêza xwe dihese. Em li vir hêza xeyalan pêşdixin. Jin bi nîgarên ku nexş dikin giyanê didin axê. Em li vir tundiya li ser jinê tê meşandin vedibêjin. Derdorek meye baş heye. Em ji bo ku hêzê bide jinê li vir xebatên xwe didomîne."
METİN KAPLAN/DÎHA/COLEMÊRG