Berpirsê Komîteya YNK’ê yê li Mexmûrê, Reşad Gelalî agahiya rizgarkirina Giyarê piştrast kir û got: “Giyarê niha bi temamî hat rizgarkirin. Çend xalên leşkerî yê çeteyan li gund hene ku ew jî niha ji aliyê balafirên Koalîsyonê ve tên bombebarankirin.”

 

Termên wan li qada şer in

Her wiha Gelalî da zanîn ku di dema operasyonê de 8 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 15 jî birîndar bûn ku di nava Giyarê de mabûn. Nêzî 25 termên çeteyên DAIŞ’ê jî di qada şer de mane.

Operasyona paqijkirina navenda Giyarê berdewam e. 


ROJNEWS/MÛSIL