
Li bajarê Minbicê turnûvaya futbolê ya sala 2017′an dest pê kir û turnûva dê du mehan dewam bike.
Turnuvaya futbolê ya 2017′an ji aliyê Komîteya Ciwan û Sporê ya ser bi Meclîsa Rêveber a Minbicê ve hat organîzekirin. 12 tîmên futbolê beşdarî turnûvayê dibin û ew dê du mehan dewam bike.
Di maça yekem ya di navbera tîmên Mentîqa û Cezîra de, Hevserokên Komîteya Ciwan û Sporî Sûzan Salih û Mishin Casim û bi dehan şêniyên herêmê jî amade bûn. di encamê de tîma Cezîra zora tîma Mentîqa bir.
ANHA / MINBIC