Aydin, Gokkan, Erkmen û Beştaş serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn û DMME'ê di 22'ê Çile de Tirkiye neheq dît û li Tirkiyeyê 50 hezar Euro cezayê pereyan birî.

Di hilbijartina Parlamenteriyê ya sala 2002'an de dema Ayşe Gokkan Namzeta Parlamenteriya DEHAP'ê bû bi sedema di hilbijartinê de bi Kurdî axivîye rastî cezayê 6 meh hepsê hatibû. Piştre cezayê hepsê zîvirandibû 450 lîra. Gokkan piştî rastî ceza hat serî li DMME'ê da û di 28'ê Kanûna 2007'an de DMME'ê bi sedema xala 10'an a Peymana Mafên Mirovan hatiye îhlalkirin Gokkan mafdar dît û Tirkiye ceza kir. Lê Gokkan, piştî doz qezenç kir dîsa bi hinceta rastî cudakariyê hatiye li gorî xala 14'an a PMME'ê dîsa serî li DMME'ê da û xwest hemû mafê wê bê parastin. 

DÎHA/MÊRDÎN