Ev gola ku di şert û mercên asayî de 37 milyar metrekup av dihewîne, dirêjahiya wê ji başûr ber bi bakur ve 135 kilometre, firehiya wê jî ji rojhilat ber bi rojava ve di navbera 18 û 55 kîlometreyan de ye. Herî cihê kur 16 metre ye. Gol ji hêla rezerva xwê ve jî di cîhanê de duyemîn e. Ev gola ku niha ji sedî 90 ziwa bû ye, bi rewşa xwe ya niha kezeba mirov dişewitîne. Gol di sala 2009'an de daketiye 3 hezar û 500 kîlometrekareyê.

Pispor dibêjin ku ger pêşiya vê yekê neyê girtin dê di nava çend salan de gol bi tevahî ziwa bibe û ev yek jî dê bandora xwe li ser 76 milyon hemwelatî bike. Ji van 6 milyon hemwelatî dê di jiyana xwe de pirsgirêkên cidî bijîn û 14 milyon kes jî koçber bibin.
Bajarên ku dê rasterast ji vê yekê bandor bibin jî Urmiye, Mehabad, Miyandav, Neqede, Salmas, Pîranşar, Şino, Tebrîz, Meraxe û Azerşehr in ku li derdora golê ne. Sedema yekemîn ku gol ketiye vê rewşa xirab polîtîkayên dewleta Îranê ye. Çemên Zêrîne, Sîmîne, Tal, Gadar, Barandûz, Nazlû û Zola wek cuhên jiyanê ne ji bo golê. Lê gol êdî ji van çavkaniyan bê par e; lewre tê gotin li ser wan çavkaniyan zêdetirî 10 bendav hatine înşa kirin. Dîsa riya Kelanterî ku di nava golê re derbas dibe û bi pirekê parêzgehên Urmiye û Tebrîzê bi hev ve girêdide jî, zirareke mezin daye golê.
Her çiqas dem dem ji bo golê daxwuyaniyên hestiyarê bên dayin û peywirdarên dewleta Îranê behsa hin projeyan jî bikin ev ji gotinê wirdetir naçin. Pispor dibêjin ku ger ji bo golê xebatek were kirin, herî zêde di nava 20 salan de dê Gola Urmiye careke din zindî bibe. Lê ji bo vê yekê divê polîtîkayên qirkirina çandê bên terikandin û budçeyeke hêja were veqetandin.
Mirov dema ji bajarê Xoy ber bi Urmiyê ve diçe nêzî navçeya Nûşîn erdeke spî wek perdeyekê berbiçavê mirov dikeve. Her çiqas ev yek bi tena serê xwe jî rewşa golê bi mirov dide hîs kirin, esil dema mirov ber bi Tebrîzê ve diçe kezeba mirov dişewite. Lewre piştî çend deqîqe şûn de gol dest pê dike û heya nêzî Tebrîzê hem li milê çepê hem jî li milê rastê yê rê ziwahiya golê dest pê dike. Heya mirov digihîje pirê hema bêje qet av tune ye. Tenê li derdora pirê hinek av heye. Hemwelatiyên li derdora golê dijîn jî di rojên betlaneyê de têne vir û dikevin vê ava ku kurahiya wê heya çokê ye. Gola Urmiye bang li hemû mirovahiyê dike da ku lê xwedî derkevin.


ABDURRAHMAN GOK