Colemêrgî dixwazin dora Gola Zûrya bê çêkirin û paqijkirin. Gola Zûrya ku malovaniya gelek çivîk û masiyan dike li ber xirakirinê ye. Xelqê Çolemêrgê bang li şaredariyê kir ku demildest  derdora golê çêke,paqij bike da ku bibe devereke gel bi rehetî karibe biçiyê. Di sala 2017’an de Midûriyeta Çandinî û Sewalvaniyê ya Colemêrgê 15 hezar çêlikên masiyan berdabûn golê. Lê belê hat diyarkirin ku masiyên berdane golê, zêlûyên ji bo bedena mirov baş in, xwarine.

Hanze Kaplan ya 75 salî jî dibêje, zêlûyên di golê de ji bo gelek kesan dibûn şîfa û gazincan ji rewşa niha ya golê gazin kirin.

Mamsote Ercan Mavîgoz jî got;”Em ji şaredar û endamên meclisê rica dikin ku zûka dora golê rast bikin.”

Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman jî got: “Em ê hewl bidin li wir rêyên meşê û qadên vehesandinê çêkin da mirov tevî malbatên xwe bi rehetî bên û bêhna xwe vedin.”

 

MA /COLEMÊRG