Malbata Endamê HPG'ê Saîm Gonul (Dîren Firat) cenazeyê Gonul ê ku di operasyona li çiyayê Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe dest da, ji Saziya Edlî Tipa Meletiyayê wergirt û anîn gundê Xanoxliya Melezgirtê. Piştî li vir vecîbeyên olî anîn cih cenazeyê Gonul di seatên serê sibehê de anîn gundê Şeboya Melezgirtê. Li vir bi hezaran kes tevlî cenazeyê Gonul bûn û darbesta Gonul bi alên PKK'ê dorpêç kirin. Hezaran kesan darbesta Gonul danî ser milan û birin goristanê. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, şaredariyên navçeyan, hevserok û serokên rêxistinên BDP'ê yên bajar û navçeyan, rêveberên MEYA-DER û bi hezaran kes tevlî merasîma cenazeyê Gonul bûn. Di merasîma cenazê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hate berz kirin.
Çelîk: Emê bi maratonê bibezin azadiyê
Piştî cenazeyê Gonul hate definkirin Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk axivî û diyar kir ku sîstema zalim her roj canek ji me digire. Çelîk, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bi navê olê Çelê û Roboskiyê bombe dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê li ser navê olê Roboskî û Çelê bombe dike. Em Îslamê ji we baştir dizanin. Tiştên hûn dikin hûn dibejin em ji bo ol dikin. Di dîrokê de gelek padîşah li vir derbas bûn. Kesî nekarî azadiya Kurdistanê ji dest bigire. Ew tû carî Kurdan teslîm negirin. Emê riya azadiyê de ji bo azadiyê her roj bi hezkirin tekoşînê berdewam bikin. Li ser Birêz Ocalan tecrîda giran pêk tê. Heta em bigehên armanca xwe emê tekoşînê bidomînin. Emê bi coşa Firat û Murat tekoşîna xwe berdewam bikin. Rêhevalê Dîren emê bi maratonê bibezin azadiyê."
Bavê HPG'î Saîm Gonul (Dîren Firat) Mahmut Gonul jî, ji bo kesên tevlî merasîma cenazê bûn spas kir û ji bo xwîna diherikê bê sekinandin bangwazî kir. Gonul, bang li Erdogan kir û xwest şer bi lezgînî bê sekinandin û wiha axivî: "Lawê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Edî bes e bila xwîn neyê herikandin. Bila lawê min şehîdê me yê dawî be."
Piştî axaftinan welatiyan mala şîna a li gund ziyaret kir.
DÎHA/MÛŞ
Li Mersînê polîsan êrişî merasîmê kir
Polîsan mudaxaleya girseya ku dixwest tevli merasîma cenazeyê Murat Şakar ê HPG’î ku li çiyayê Êlihê jiyana xwe dest da bû kir û gelek kes binçavkirin.
Welatiyên xwestin tevli merasîma cenazeyê Endamê HPG’ê Murat Şakar ê ku di 3 sibatê de pevçûna li çiyayê Êlihê derket de jiyana xwe dest da li ber mizgefa Nur a li taxa Kurtalî ya Mersînê kom bûn, rastî mudaxaleya polîsan hatin. Girsê ji vir bi cenazê re ber bi Goristana Guneykentê vê meşiya. Polîsan bi bombeya gazê û ava şid mudaxaleyê girseya dimeşiya kir. Hate zanîn ku di mudaxaleya di nav goristanê dê hate kirin de gelek kes hate binçavkirin. Dema ku rojnameya me diçû çapê hêj tu agahiyek din nehatibû bidestxistin.
MERSÎN - DÎHA