Heyeta 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, der barê Elçi ku di nava 52 kesên di salên 1993-95'an de li navçeya Cizîrê hatine windakirin de xwestibû gora wî bê dîtin û testa DNA'yê bê kirin. Piştî heyeta dadgehê biryara vekirina gora Elçî da, di 2'ê adarê de gor hate kolandin û hestiyên hatin dîtin ji bo testa DNA'yê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Şahidan diyar kir ku di hestiyên serê Elçî de şopa guleyan hate ditin.

Ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin
Hatibû zanîn ku fermana kuştina Raman Elçî, ji aliyê Fermandarê Alaya Qeyseriyê û Serokê Koma JÎTEM'ê Albay Cemal Temizoz ku li gel Sercerdevan Kamîl Atak û 5 kesên din tê darizandin ve hatibû dayîn. Elçî, di sala 1994'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê kesên çekdar ên bi texsiya Toros hatin ve ji malê hate revandin û 3 roj şûnde kuştî hatedîtin. Sedema kuştina Elçi wekî qiriza dil hatibû derbas kirin. Şahidê bûyerê Hamît Onat, diyar kiribû ku di sala 1994'an de Ramazan Elçi ji aliyê kesên çekdar ên bi Torosê hatin ew revandin ve hate kuştin û ew bûye şahidê vê bûyerê. Birayê Elçî Nurettin Elçî jî anîbû ziman ku JÎTEM'ê birayê wî kuştişe.

Fermana kuştinê Temîzoz dabû
Şahidê neben Abdulhakîm Guven jî di lêpirsînê de diyar kiribû ku fermana kuştina Elçî ji aliyê Fermandarê JÎTEM'ê Albay Cemal Temizöz ve hatibû dayîn. Guven, di îfadeya xwe de anîbû ziman ku Cemal Temîzoz, bi hinceta Ramazan Elçi alîkarî bi rêxistinê re kiriye der barê wî de fermana kuştinê dabû. Guven, diyar kiribû ku Temîzoz, ferman dabû Çawîşê Pispor Yavuz û Tuna û Ramazan Elçî li ser pirê kuştibûn. Prz. Tahîr Elçî jî di rûniştina dozê de diyar kiribû ku piştî Ramazan Elçî hate revandin zarokê wî çûn ber edliyê û wiha gotibû: "Piştî Elçîe kuştin 3 rojan li nexweşxaneyê hiştin. Zarokên wî jî bi bendewariya ku dê derxin dozgeryê li ber edliyê dipan. Lê zarokên wî dema li edliyê dipan cenazeyê bavê xwe ku li goristanê hate veşartin ditin. Dozger û heyetê jî diyar kiribûn ku Elçî qirîz derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye."

DÎHA/AMED