Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov (Human Rights Watch-HRW) ragihand ku 5 welatiyên gundek nizîkî navçeya Elxefse ya nizîkî Mûsilê, wan bi wê gora komî agadarkirine.
Nûnera Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov ya Rojhilata Navîn Lema Feqîh ji diyar kir ku ev gora komî nîşana wêye ku sucek yê DAIŞ’ê ye û sucek mezine. Her wiha Lema Feqih got: “Em bi şahidek yê bûyerê re axivîn, got ku wê demê gel bi kom dihate gule baran kirin. Ev suc di çalek 35 metreyî de pêkanîne. Her hefte ev kar dubare dikirin. Ji meha Hezîrana 2014’an heya Adar û Hezîrana 2015’an gule reşandina gel dewam kiriye. Ew kesên ku hatine gule reşandin ser bi hêzên polîs, asayiş û hêzên taybet yên Sûnebûn.”
Bi hezaran ceset hene
Lema Feqih wiha dirêji da axaftina xwe: “Ev gora komî yek ji wan 10 gorên komiye ku dinavbera Iraq û Sûryê de hatiye dîtin. Lê dibe ku ev gora herî mezine. Her çiqas hejmara qurbaniyên di gorê de nayê zanîn, lê li gorî şahidên bûyerê bi hezaran kes di wê gora komî dene. “Pêwîst e Hikûmeta Iraqê bi berfirehî li ser raweste û li gorî destûrên navnetewî danûstandin li gel bike. Ji ber li gor gotinên kesên şahidên bûyerê diyar dikin hejmara kesên di vê gora komî de di navbera 3 heya 25 hezaran de ye.”
MÛSIL