Tê gotin ku Hant Kaûs, hevsera fîrawûnekî di Xanedana V. a beriya 4 hezar û 500 salan li ser hikum bû. Wezîrê Antîka yê Misirê Memdûh El Damatî roja 4 Çileyê daxuyaniyek da û anî ziman ku xebatkarên di wê demê de karê veşartina cenaze dikirin, ji ber ku li ser dîwaran nav û navnasiya qralîçe nivîsandibûn, wan tespît kirine ku gor a kê ye. Ji ber ku gora qralîçeyê li navenda gora fîrawûnê Xanedana V. Neferefre lê ye hat dîtin, tê gotin ku Kaûs hevsera Neferefre ye. Arkeologan li dora gora Qralîçeya III: Hant Kaûs, alavên ji jiyana rojane dîtin. 24 ji van ji kevirê kilsî, çar jî ji sifir e.
Wezîr El Damatî got, “Ev keşif wê hin aliyên nayê zanîn ên Xanedana V. a ku ji avabûna pratîmîtên destpêkê re şahidî kir, ronî bike.”
QAHÎRE