ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Berpirsê Tevgera Goran ê Şengalê Mirad Xwedêda got, divê hemû aliyên Şengalê destê xwe bidin hev û rêveberiya xwe diyar bikin. Xwedêda ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku li hemberî biryara gelê herêmê rêzdar be.
Nerazîbûnên li dijî Meclîsa Parêzgeha Musilê ku biryar dabû qaymeqamê berê yê Şengalê û meclîsa wê vegere navçeyê, didomin.
Berpirsê Tevgera Goran ê Şengalê Mirad Xwedêda derbarê mijarê de axivî. Mirad Xwedêda got, ew wek partiyek siyasî li dijî vegera îdareya berê ya Şengalê ne û got: “Ji ber ku heya niha çendîn caran Şengal terikandine û gelê wê bê îdare hiştine.”
Bila guhê xwe bidin daxwazên gel
Xwedê îşaret bi îrade û daxwaze xelkê Şengalê kir û got divê Meclîsa Parêzgeha Musilê jî li girî vê tevbigere û wiha peyivî:”Di vê demê de em jî tevlî şandeya ku ji bo tifaqa Êzîdiyan hatiye avakirin, bûne. Ev hêvîdarin ku hemû alî destê xwe bidin hev û kesên dikarin xizmeta civakê bikin û qaymeqamtiya Şengalê diyar bikin. Divê hikûmeta Iraqê û Meclîsa Parêzgeha Musilê li hemberî biryara wan aliyên ku ji bo tifaqa Êzidiyan hatine gel hev, hurmetkar be.”
Çi qewimîbû?
Dema ku çetenê DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşîn Şengalê kirin, qaymaqamê Şengalê û Meclîsa wê Şengal terikandibû û welatî bi tenê hiştibûn. Piştî ku herêmê ji aliyê YBŞ/YJŞ, HPG, pêşmerge û artêşa Iraqê ve rizgarkirin; qaymeqam û meclîs, her wiha hêzên pêşmergeyan ên girêdayî PDK’ê vegeriyan navçeyê. Lê belê dema ku hêzên Heşdî Şebî di 18’ê cotmeha sala 2017’an de ketin navenda Şengalê pêşmerge paşve kişiyan, qaymeqam û meclîs jî careke din herêm terikand.
Di 29’ê Cotmeha 2018’an de jî Meclîsa Berê ya Şengalê ku tê gotin nêzî PDK’ê ye, li gel waliyê Musilê hevdîtin pêk anî. Di encama hevdîtinê de biryar hat dayîn ku qaymeqamê Şengalê û meclîsa wê ya berê vegerin navçeyê.