Tevgerê da zanîn ku piştî 20’ê tebaxê û şûnde runiştin ne rewa ne. Serokê fraksyon a Parlamanotya Tevgera Goran Mihemed ji rojnameya Rudawê re axivî û got tenê serokê parlamentoyê li ser navê gelê Kurd nikare bigire ji ber ku parlamento ne rewa ye.  Mihemed da zanîn ku ji vê car caran bi wan bide bibîrxistin dê tevli runiştinan bibin.

Mihemed anî ziman ku dirêjkirina dema peywira serokê herêmê Mesut Barzanî jî ne qanûniye û got tu rayeyek meclisê ya vê biryarê bigire nîne.
Li gorî biryara ku parlamentoyê girtiye, dema peywira Barzanî heta 2015’an bû û xebatên meclisê jî heta cotmehê hat dirêjkirin. Tevgera Gotan û partiyên din yên mudaxalefeta Başûrê Kurdistanê li dijî dirêjkirina peywira Barzanî derketin û gotin divê hilbijartin di dem xwe de bê kirin. 

HEWLÊR