RÊBAZ HESEN / ANF/SILÊMANÎ


Duyemîn partiya bi hêz a parlementoya Başûrê Kurdistanê Tevgera Goran, piştî ku serokê wê yê giştî Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da, ji bo diyarkirina rêveberiya nû û serokatiya giştî wê îro hilbijartinekê li dar bixe. Berpirsê Komîsyona Hilbijartinê ya Tevgera Goran Zîmnako Celal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku heta niha 20 kesan ji bo rêveberiya nû serî lê dane. Celal got: “Dosyeyên serîlêdanê me teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tevgera Goranê kirin. Niha dosye tên nirxandin. Piştî nirxandinê wê sibê hilbijartin pêk were.” Celal diyar kir ku ji nav 20 namzetan yek jin e û 12 kes jî yên nû ne û got “Em ê mîrasa ku Newşîrwan Mistefa ji me re hiştiye, bidomînin. Wê rêveberiya me ya nû, siyaseta me ya nû diyar bike. Di bernameya Goranê de ti guherîn tine.”

Ji bo serokatiya giştî navê Qadir Hecî Elî û Omer Seyîd Elî derdiket pêş lê Qadir Hecî Elî diyar kiribû ku ew ê serî lênede. 

Newşîrwan Mistefa yê pêşmergeyê kevin bi nasnavê ‘Mîmarê Raperînê’ a 1991’ê dihate naskirin ku 19’ê Gulana îsal jiyana xwe ji dest de.