Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, civîna xwe ya mehane li dar xist û xebatên xwe nirxandin. Di civînê de ku serketina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê hat silavkirin, biryar hat girtin ku ji bo kesên hatine qetilkirin û di gorên komî de hatine veşartin, goristanek were çêkirin.
Civîn li Hola Laleşê ya bajarokê Xanesorê, bi tevlîbûna Hevserokên Meclîsê, hevserokên tevahiya meclîsên bajarok û gundan pêk hat.
Serketina QSD´ê pîroz be
Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Riham Hico axivî û bûyerên dawî nirxandin. Riham Hico bal kişand ser hewldanên provokasyonan ku di demên dawî de li Şengalê pêk tên û got; “Êrîşa dawî ya li ser YBŞ, êrişek li ser îradeya vî gelî bû. Dixwestin bi vê provokasyonê îradeya gel û aramiya herêmê têk bibin. Lê bi ser neketin.”
Riham Hico bi minasebata Newrozê jî, cejna tevahî beşdarên civînê û gelê Şengalê pîroz kir û hêvî kir ku Newroz bibe wesîleya aramî û aştiya gelê Êzîdî û tevahiya gelên cihanê.
Riham Hico serketina şervanên QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî pîroz kir û wiha dewam kir: “Ger ku ev hêz û felfeke nebûya, wê DAIŞ ti caran ji van deran nehatiba derxistin. Wan şervanan gelê Êzîdî ji qirrkirinê xilas kir. Em ji dil û can serkeftina wan pîroz dikin.”
Piştî axaftina Hico, xebatên meclîsê hatin nirxandin û biryarên girîng hatin dayîn.
Yek ji biryaran ew e ku ji bo kesên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve di fermanê de hatibûn qetilkirin û di gorên komî de hatibûn veşartin, goristanek weke şehîdgeh were çêkirin.
Artêşa Iraqê dîsa asteng kir
Aliyê din jî komeke din a welatiyên Êzîdî ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, xwestin derbasî Şengalê bibin, lê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin astengkirin.
Di operasyona dawî de ya ku şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin û pêr bidawî bûbû, 17 welatiyên din ên Êzîdî hatibûn rizgarkirin.
ROJNEWS / ŞENGAL