Raperîna Şêx Seîd û hevalên wî ya di 13'ê Sibata 1925'an de bêdem destpê kir û deng veda, di 15'ê Nîsana 1925'an de di encama xiyanetê de bi dîlketina Şêx Seîd li pira Carpuh a li nêzî Gimgimê, bi dawî bû. Li gel Şêx Seîd bi giştî 47 kesên li cihên cuda hatin girtin, di bin dorpêçiya leşkeran de bi peya anîn Amedê. Li sînemeya jê re "Sînemaya Nû" a ji dêra li Sûrê hatibû çê kirin hatin darizandin û di 27'ê Hezîrana 1925'an de 47 kes bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.
Ji bo bên darvekirin, ji ber Nexweşxaneya Nimûne ya berê heta ber Nexweşxaneya Unîversal Hospîtal a îro 47 sêdar hatin danîn. Ji bo temaşekirina li darvekirinan li meydanê trîbunek ji textan hat çêkirin. Rojeke Yekşemê Şêx Seîd û 46 kes, bi peyatî ji girtîgeha nava sûrê hatin derxistin. Ji ber avahiya ku îro weke Odeya Pişeyî û Bazirganî tê zanîn hatin derxistin û ji deriyê vekirî yê Sûrê ew anîn cihê lê werin darvekirin. (Deriyê vekirî yê li Sûriyê, piştî darvekirinê bi lêkirina dîwêr hat girtin. Derî berî çend salan careke din ji bo meşê hat vekirin) Şêx Seîd û hevalên wî, li 47 sêdarên li kêleka hev hatibûn danîn, bi çepikên hin kesan, di bin rondikê çavan ên hin kesan de hatin darvekirin û ji hingî ve haya kesî ji cenazeyê wan çê nebû. Li Amedê timî tê gotin ku gora Şêx Seîd li hewşa Artêşgehê yan jî li binê Nexweşxaneya Unîversal Hosptîal a Namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Garlîp Ensarîoglû de ye.
Lê heta niha bi awayekî fermî nehat aşkerakirin ku gorên wan li ku ne. Ev 89 sal in nayê zanîn ka gorên Şêx Seîd û hevalên wî li ku derê ne. Lê belê li gorî agahiyên nû yên gihaştin ANF'ê, gorên wan li hewşa Gazînoya Astûbay a li nava Lojmanên Levent ên li pêşberî Artêşgehê, ku 50 metre dûrî cihê lê hatine darvekirin, hatine veşartin. Li gorî îdîayan, li hewşa Gazînoya Astsûbay, ji bo cihê gorê diyar be dareke tûyê lê hatiye çandin. Kesekî teqawît ê li leşkeriyê weke karmendekî sivîl bi salan xebitî û nexweş navê xwe eşkere bike agahî da ANF'ê û anî ziman ku dema wî li Gazînoyê weke karmendekî sivîl kar dikir, bi dehan caran bûye şahid ku sûbay û astsûbayan di axaftinên navbera xwe de gotine cihê gorê binê dara tûyê ye. Kesê mijara gotinê diyar kir ku sûbay û astsûbayên nimêj dikirin, dema di ber dara tûyê de derbas dibûn, Fatîha dixwendin.
Dara tûyê ya li ser gora Şêx Seîd û hevalên wî hat çandin, tevî rûxandina bi salan jî, hînê hebûna xwe diparêze. Neviyê Şêx Seîd ê li Erzîromê dijî parêzer Abdurahhîm Firat di 6'ê Sibata 2012'an de da xuyakirin ku gora kalê wî û 46 hevalên kalê wî li hewşa Artêşgehê ya li Amedê ye û xwestibû ku cihê gorê ji aliyê dewletê ve bê aşkerakirin û hestiyên miriyan rastî malbatan bê kirin.
Firat diyar kir ku bûyer heta roja îro hatiye veşartin û got, "Cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi biryara dadgehê hatin înfazkirin diyar e, dewlet dizane. Lê belê bi hin mulehazan dewletê nehiştiye malbat li ser kevirê gora xwe Fatîhayekê bixwîne."
Cih diyar e, dewlet dizane. Dibe ku ji ber hin sedeman ev paşxistibe. Cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî nuqteya li kêleka Artêşgeha li Amedê ye ku niha weke Nexweşxaneya Alman tê bikaranîn. Cihê gorê berê goristana bajêr bû. Piştî bû malê dewletê beşek ji wê ji bo bicihbûnê hat veqetandin. Cihê Şêx Seîd û hevalên wî lê hatine veşartin, hewşa vala ya Artêşgehê ye.
MÛSTAFA DOGAN/AMED