M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG
Lîstikvanên Koma Şano ya Asmîn bi lîstika xwe ya bi navê “gorereşan” piştî Hambûrgê li Lubeckê li Navenda Civaka Elewî derket ser dikê. Koma ev 20 sal in ku li Hambûrgê dixebite. Tevî komê, koma govendê û koroya zarokan a Navenda Civaka Elewî jî li ser dikê cihê xwe girt. Lîstikê gelekî bal kişand ser xwe. Lîstik qala salên 1918´an ên Stenbolê dike. Bi Peymana Mondorosê Stenbol di bin hukmê Ingilîzan de ye. Li bajêr tenê Ingilîz bi gogapê dilîzin. Padîşah Ebdulhemîd jî bi fermaneke dînî gogapê qedexe kiriye. Di vê serdema îstîbdatê de komeke ciwanên ji gogapê hez dikin, mijara vê şanoyê ne. Ev koma ciwanan ji bo gogapê her tehlûkeyê didin ber çavên xwe û nîşan didin ku gogapê ne tenê gogapê ye, di heman demê de amûreke xurt a berxwedanê ye. Coşkûn Irmak lîstik nivîsî ye, û derhêneriya wê damezrînerê Koma Asmîn a Şanoyê Ferman Fermo Karayigit kiriye.
Cahit Balat, Sevgi Polat, Nurcan Keskin, Ferman Fermo Karayigit, Hakan Gök, Kasim Palabiyik, Nuhmettin Karagöl, Canan Yilmaz, Sibel Kara û zaroka bi navê Simge Akgül di lîstikê de cih girtin.