PDK´ê piştî serhildana Şêladizê ku xelkê deverê bi ser baregeha dagirkeriya dewleta Tirk a Siriyê de girtibû, gelek çalakgerên medenî û rojnamevanên NRT TV´yê girtibûn. Sedema girtina rojnamevanan, weşandina nûçeyan bû. Jixwe, tenê nûçegihanên NRT TV´yê serhildan şopandibû û weşan kiribû ji cihê cih. Li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker PDK´ê qederê 60 çalakger, siyasetvan û rojnamevan girtin. Ji van 6 kes nahatin berdan û tohmetên sûcên giran li wan hatin kirin. PDK´ê 10´ê Adarê êdî qebûl kir ku wan di berdêla kefaletê de berde. Li ser vê mijarê em bi rojnamevan û muxalifê ji Başûrê Kurdistanê Kemal Çomanî re peyivîn. Çomanî got, zexta siyasî ya muxalif û medyaya azad ji ber ku hatine paşgokirin, ya ku zext li PDK´ê kir kampanyayên li cem saziyên navneteweyê, konsolos û sefaretxaneyan û medyaya civakî bûye. Fermo gotinên Çomanî yên li ser mijarê:   

Zext nebûna PDK´ê gav nediavêt

“Bi tekît heger zexta navneteweyî û ya xelkê li hundir nebûna, wê PDK´ê ev çalakgerên medenî û rojnamevan bernedana. Li Başûrê kurdistanê, muxalefeteke me ya bi hêz nîne. Berê Gorran hebû, lê ji ber ku Gorran tevlî hikûmetê dibe, û mixabin ji be ku Gorran herroj bêhtir nêzî hikûmetê dibe, nêzî PDK´ê dibe.

Herçî PDK û YNK ne, ew ti carî bergiriyê li mafê rojnamevan û azadîxwazan nakin. Ya rastî beriya niha li Başûrê Kurdistanê medyayeke azad a gelekî bi hêz hebû. Lê îro roj medyayeke azad li Başûrê Kurdistanê tine. Bi heman rengî civaka sivîl jî îro roj ne bi qewet in, ku berê xurttir bûn. Ji ber van herdu sedeman, wekî carê zext li ser PDK´ê nîne.

Medyaya civakî û kampanyayên sivîl

Li hemberî vê ya gelekî baş medyaya civakî ye. PDK hçîna nikare medya civakî kontrol bike. Ji ber wê yekê, di nava medyaya civakî û nexasim jî bi rêya Facebookê gelek zext li ser PDK´ê hat çêkirin û kampanya hatin birêvebirin. Ew kampanya gelekî baş bû.

Lê bi rastî jî ya duyem û ya herî bi qewet, karkirina gelek hevalan bû li derveyî welêt lê her wiha li nava Kurdistanê, ji bo ku kes û saziyên navdewletî, saziya UNAMI (Neteweyên Yekbûyî li Iraqê) û nameşandina ji bo hemû konsolosan, hemû sefaretan, bi rastî jî xebateke gelekî bi hêz bû. Ji ber vê jî PDK xwe neçar his kir wan çalakgeran berde. Lewma, PDK´ê dema ew girtibûn, qanûnên ku wan giriyan pê dadgeh bike gelekî dijwar bûn. Ango ti plana PDK´ê nebû ku wan berde. Lê gava vê kampanyayê zexta navdewletî zêde kir, û PDK´ê ev dît, hingê nekarî vê siyaseta xwe dewam bike û çalakger berdan.

 

FRANKFURT